Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da

  • 15:10 12 Tebax 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Bavê Gulnaz Karataş, Mûstafa Necatî Karataş jiyana xwe ji dest da. 
 
Bavê yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Gulnaz Karataş (Berîtan) Mûstafa Necatî Karataş (90) jiyana xwe ji dest da. Mûstafa Karataş ku li Îzmîrê dijiya beriya hefteyekê qrîza dil derbas kiribû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Mûstafa Karataş, îro li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirina jiyana xwe ji dest da. 
Wê cenazeyê Mûstafa Karataş, piştî ku li Mala Cemê ya Helvaci ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal vecîbeyên olî yên Mûstafa Karataş bi cih bên wê cenazeyê wî li Goristana Helvaciyê be veşartin.