Li Serêkaniyê zarokek bi awayekî bi guman birîndar bû

  • 14:22 12 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Serêkaniyê zarokê bi navê T.D. bi guleya hat îdiakirin ji Serêkaniya di bin kontrola Tirkiyeyê de hatiye berdan bi giranî birîndar bû. 
 
Li navçeya Serêkaniyê zarokê bi navê T.D. bi guleya hat îdiakirin ji Serêkaniya di bin kontrola Tirkiyeyê de hatiye berdan bi giranî birîndar bû. Niha Serêkaniyê di bin kontrola komên dewleta tirk de ye. Hat diyarkirin di 10'ê Tebaxê de li Kuçeya Bahçelievler dema zarok di xewde bûye gule li serî ketiye. 
 
Malbatê zarokê xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û piştre rakirin nexweşxaneyeke taybet a li navenda bajêr. 
 
Hat hînbûn talûkeya jiyanê ya T.D. didome. 
 
Her wiha zarokê bi navê H.Ç. ê 11 salî yê ji heman kuçeyê jî bi derbek ne diyar e ji ku hatiye berdan ji serê xwe birîndar bû û ev 76 roj in li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide.