HDK: Ji provakosyonên dijminane dûr bikevin

  • 13:38 12 Tebax 2021
  • Rojane
STENBOL - Derbarê êrişên li Altindaxê de HDK'ê daxuyaniyek da û got: “Di serî de gelê Altindaxê hemû Tirkiyeyê vedixwînin ku ji nijadperestiyê û provakasyonên dijminane dûr bikevin.”
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî êrişa li dijî penaberan a li navçeya Altindaxê ya Enqereyê daxuyaniyeke bi serenavê “Biratiya Gelan wê ji Nijadperestiyê re Bêje Bes e” weşand. 
 
HDK’ê, destnîşan kir ku êriş ji desthilatê ne serbixwe ne û wiha got: “Kesên ji vê rewşa dijminane ya tê afirandin sûd digirin wê di bin vê pêvajoya bixetere de bimînin. Em destûrê nadin ku Ewropa û desthilata AKP-MHP’ê bi ser gelên Rojhilata Navîn hêzê berhev bike.” 
 
HDK’ê bang kir ku rayedar demildest bergiriyan bigirin û ev tişt got: “Divê demildest berpirsyarên vê êrişê bên aşkerakirin û ev arasteya bixeter bê bidawîkirin. Di serî de gelê Altindaxê hemû Tirkiyeyê vedixwînin ku ji nijadperestiyê û provakasyonên dijminane dûr bikevin.”