Li Mexmûrê koma 120'î çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 12:48 12 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi awayek biryardarî berdewam dike. Çalakiya gireva birçîbunê îro jinên Meclisa Îşrtarê dewir girtin. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Îro koma 120'î çalakiya gireva birçîbûnê dewir girt. 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
Di merasîma dewirgirtina çalakiyê de li ser navê koma 119’emîn Kajîn Sezek di destpêkê de di şexsê Atakan Mahîr de hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Di vê pêvajoya ew qasî giran û zehmet de em berxwedana Rêber Apo û gerîlayên azadiyê silav dikin. Dewletên dijmin mafên gelê kurd binax kiribû, bi pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya fermandar Heval Egîd  kurd ji nû ve vejiyan û heya niha bi awayekî herî xurt bi berxwedana gerîla hatiye roja me ya îro. Armanca dewleta tirk ya tinekirina kurdan, ji aliyê egîdên kurdan ve vala hat derxistin û pêşî li fermanên kurdan girt. Em ciwanên Mexmûrê li ser mîrasê Şehîd Egîdan mezin bûne, heya em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî rizgar nekin û Kurdistanê ji dagirkeriyê xilas nekin emê li berxwe bidin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.