Li Bestayê birîna daran û şewat berdewam dike

  • 12:13 12 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li herema Bestayê birîna daran  û şewata daristanan berdewam dike.
 
Hat zanîn ku li Herêma Bestayê ku dikeve navbera Şirnex û Sêrtê, li heremên Şehrêvan û Gosîneyê ji aliyê cerdevanan ve di daristanan de dar tên birîn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin darên ku tên birîn nayê zanîn ku dibin  ku derê û her wiha hat diyarkirin ku rojê bi dora 34 traktoran darên hatine birîn dibin. Li herêmê birîna daran nêzî çar meh in berdewam dike.
 
Her wiha dîsa li gundên Herêma Bestayê yên Xaşîxanê, Mêrgûmar, Girêgêsin û Avdehlê daristan ji aliyê leşkeran ve bi helîkopteran tên şewitandin. Hat diyarkirin ku tu mudaxale li dijî şewata ku du roj in berdewam dike nayê kirin û destûrê nadin ku gundî jî biçin agir vemirînin.