Agir bi daristana li Çelê ket

  • 10:52 12 Tebax 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Bajaroka Guzereşê ya Geliyê Tiyarê ya Çelê ji ber berdana derbên leşkeran agir bi daristanê ketibû. Hat hînbûn agirê 3 roj in dewam dike hîn venemiriye. 
 
Agir bi zozanên Gundê Guzereşê yê Geliyê Tiyarê yê Çileya Colemêrgê ketibû. Hat hînbûn ji ber leşkeran gule berdane agir bi qada daristanê ya li zozanan ketiye. Li gor agahiyên hatin bidestxistin agirê ev 3 roj in didome hîn venemiriye. 
 
Hat diyarkirin gundiyan xwestine agir vemirînin lê belê leşkeran ew asteng kirine û li gor hinek agahiyên herêmî jî her ku leşker guleyan berdidin agir ji nû de bi daristanê dikeve. 
 
Agir ev 3 roj in didome. Her wiha ev herêm ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve ji 22'yê Çileyê ve heta 31'ê Kanûna 2021'ê bi hinceta "Ewlehiya Taybet" hatiye qedexekirin. Ji xeynî girtina destûrê ketin û derketina li herêmê qedexe ye.