Malbatên girtiyan: Heta dawiyê em ê li pey daxwaza zarokên xwe bin

  • 09:03 12 Tebax 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Malbatên girtiyan ên li Şirnexê bal kişandin ser tecrîd û zextên li hemberî girtiyan û gotin: "Ji ber tecrîdê niha li Kurdistan û Tirkiyeyê şereke dijwar heye. Ji bo ev şer, zilm û zext bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin. Heta dawiyê em ê li pey daxwaza zarokên xwe bin." 
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe zext û zordarî zêde dibin û mafê girtiyan tê binpêkirin. Li dijî binpêkirina mafan û li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve greva birçîbûnê li girtîgehan hat destpê kirin. Çalakî 259 roj in bê navber ligel zext û zordariyan didome. Malbatên girtiyan ji ajansa me re qala rewşa girtiyên xwe kirin û banga bi dawîkirina tecrîdê kirin. Malbat rewşa girtiyan û daxwazên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Taybet Acet ku kurê wê Mustafa Acet li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye, anî ziman ku 60 sal ceza lê hatiye birîn û 11 sal in jî girtî ye. Taybet wiha rewşa kurê xwe anî ziman: "Dema zarokên me dibin nexweşxaneyê bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Heta ku hindirê devê wan jî digerin. Dema ku dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçe dibin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Zarokên me jî vî tiştê qebûl nakin. Hikûmet çi ji zarokên me dixwaze. Ji xwe navbera çar dîwaran de nin. Tiiştên li hemberî zarokên me tên kirin li dijmirovatiyê ye. Em van îşkence, zext û gefan qebûl nakin. Êdî em vê zilmê naxwazin."
 
Kurê Taybetê 11 sal in girtiyê û 8 sal in jî li Gîrtîgeha Bandirmayeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku girtîgeh gelek dûr e em nikarin biçin hevdîtina wî. Zarokên me nêzî me nakin û bi zanetî ji me dûr dixin. Wîjdana dewletê tuneye. Kurê min di telefonê de ji me re behsa zêdebûna zextan kir. Li dijî zextan jî girtî hevdîtina bi telefonê red kirine û tenê 5 deqiqeyan ji bo agahî bidin malbatê axivîne."
 
‘Bêdengî mirinê bi xwe re tîne’
 
Taybet, di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha domand: "Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Rewşa zarokên me nebaşe. Li ser wan zilm zêdetir bûye. Zarokên me ji bo ku ev zilma li ser wan bi dawî bibe  û tecrîda li ser serok bê rakirin dest bi vê çalakiyê kirin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî. Lê belê li derve jî bêdengiyeke mezin heye. Divê ev bêdengî bişikê. Ji ber vê yekê jî divê hemû gel rabe ser piyan û deng bilind bikin. Bêdengî mirinê bi xwe re tîne. Lê em bêdeng nabin. Kurê min ev du carîn tevlî grevê dibe, cara ewilî 3 mehan grev domand. Niha carekedin di grevê de ye. Ji xwe tenduristiya wî nebaş e."
 
‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’
 
Taybet, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji ber tecrîdê niha li Kurdistan û Tirkiyê şereke dijwar heye. Ji bo ev şer, zilm û zext bi dawî bibe divê tecrîda li ser Apo bê rakirin. Heta tecrît neyê rakirin ev zilm jî dê bidome. Mifteya çareseriyê girtîgeha Îmraliye. Ji bo çareseriyê divê hikûmet gav bavêje. Ji vê zilmê re êdî bes e." 
 
Bi tenê odeyekê de ye
 
Naîf Îşçî li Girtîgeha Tîpa T ya Xelata Bedlîsê girtiye û dayika wî Nebahat Îşçî da zanîn ku Naîf di 14 saliya xwe de bi hinceta “Endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê çalakî pêk anî ye" hatiye girtin û 24 sal cezayê lê hatiye birîn. Kurê Nebahatê ev 11 sal in girtî ye û Nebahat wiha nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman: "Kurê min piştî ku hat girtin wî şandin girtîgeha Sêrtê. Piştî 6 salan ji wir jî sirgûnê Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê kirin û ev 5 sal in jî li vir girtîye. Ji bo nêzîkê me bibe sewqa xwe ji Amed, Wan û Şirnexê re xwest. Lê belê ev nêzî mehekî sewqa wî rakirin girtîgeha Xelatê. Ew der jî dûrê me ye. Her wiha li vî girtîgehê di girtiyên siyasî tuneye. Kurê min bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Çi ji me û zarokên me dixwazin. Me ji hevdû dûr dixin. Heke kurê min bînîn nêz ez ê her heftê biçim serdana wî. Ji ber nexweşiya wî ez gelekî bi fikar im. Ez li vir bang dikim, bila daxwazên zarokên me bînin cih û ez dixwazim nêzî zarokê xwe bim." 
 
Lingek wî kin dibe  
 
Nebahat, wiha behsa nexweşiya kurê xwe kir: "11 sal in platîn di lingê wî de ye nayê derxistin, lingek wî kurt dimîne û yek jî dirêj dimîne. Kurê min hêj nehatibû girtin qeza derbas kiribû û nivîşkan mabû. Piştî qezayê hat girtin. Ji wê demê heta niha platîna ku di lingê kurê min de nehatiye guhertin. Dema ku ew qeza derbas kir, bijîşkan gotibû divê ev platîn tenê 6 mehan di lingê wî de bimîne, heger zêde bimîne wê zirar bide. Li dijî vê jî platîn nayê derxistin. Ev 11 sal in heman platîn di lingê wî de ye. Di hevdîtina li ser telefonê ya herî dawî de ji min re got, ez zehmetiyê dikêşim. Ev çend sal in ne dibin  nexweşxaneyê û ne jî derman dikin. Her wiha piştî ku hat girtin şûnde nexweşiyên cuda li wî peyda bûn.”
 
‘Divê hikûmet demildest daxwaza zarokên me bi cih bîne’
 
Nebahat, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser grevên birçîbûnê: "Ji ber zilm û zordariyê girtî dest bi grevê dikin. Çima zilmê li zarokên me dikin. Divê hikûmet daxwazên zarokên me bi cih bîne. Ji ber zilmê zarokên me li girtîgehan nexweş ketin. Niha li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan grev heye û kurê min tevlî greva sala 2019’an jî bibû. Ger niha tiştek bê serê zarokên me berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Ji bo me şev ne şev e, roj ne roj e. Ji ber ku sewqa kurê min rakirin Xelatê ez nizanim ku niha di grevê de ye an na. Lê belê dema li Bandirmayê bû di grevê de bû. Zarokên me jî zilmê re dibêjin êdî bes e. Ji ber ku em kurd in ev zilm li me û li zarokên me dikin. Dema mijar dibe kurd bi awayek bêhiqûqî cezayê herî giran didin kurdan. Li hember vî zilmê em dev jî doza xwe bernadin."
 
‘Bila ev bêdengî bi dawî bibe’
 
Nebahat, di dawiyê de bang li îktîdarê kir û got: “Beriya ku li girtîgehan rewş giran bibe divê daxwazên zarokên me bi cih bînin. Bila ev bêdengî bi dawî bibe. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Heta mirinê em ê li pey daxwaza zarokên xwe bin."