'Li dijî komkujiyê divê em bi hev re û hîn zêde deng derxin'

  • 09:02 12 Tebax 2021
  • Rojane
 
Gulistan Azak
 
EDENE/HATAY - Jin dev ji Peymana Stenbolê ya di 20'ê Adarê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan hat betalkirin, bernadin. Jinan li dijî komkujiya li ser jinan a zêde dibe wiha gotin:"Li dijî komkujiyan divê em bi hev re û hîn zêde dengê xwe derxin."
 
Bi betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinê her diçe zêdetir dibe û bi gotinên îktidarê jî êrişên nîjadperest tên kirin û bi vê yekê kurd tên qetilkirin. Bi vê yekê re polîtîkayên bêcezahiştina bersûcan jî dewam dikin. Jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê ya bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan bertekên xwe nîşan dan. 
 
'Biryar ne derbasdar e'
 
Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Emine Adibelli diyar kir ku mijareke hemû jinan eleqeder dike nikare ji aliyê kesekî û nîvê şevê bê betalkirin û wiha got:"Ka ji bo betalkirinê li fikra me ya jinan pirsîn? Biryara betalkirinê ji mantixê û ji ehlaq dûr e. Hêzeke me ya rêxistinkirî heye. Me mafê xwe bi hêsanî negirt ku em bi hêsanî bidin. Loma em li berxwe didin. Biryara betalkirinê ji bo me ne derbasdar e. Peymana Stenbolê ji bo me xeta xemrî ye. Em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin. Heta em bi ser bikevin em ê li berxwe bidin. Ji bo maf û jiyanê em ê têbikoşin. Kesek nikare Peymana Stenbolê ji me bigirin."
 
'Em ê li qadan bin'
 
Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Hediye Biter bi lêv kir ku îktidar ji hêza dînamîk a jinan a vî welatî ye ditirse û wiha got:"Armanca betalkirina Peymana Stenbolê çewisandina jinan e. Peymana Stenbolê ji bo jinan rêxistinkirî girîng e. Divê bêtir em xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya xwe mezin bikin. Tayip Erdogan jinên di rêveberiya xwe de tune dihesibîne. Bi rejîma îslamî ya siyasal dixwazin jinan di hundur de asê bikin. Diyar e dixwazin jinan di nava qaliban de asê bihêlin. Em ê li dijî vê nebaşiya rêxistinkirî li qadan bin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin."
 
'Newekheviya zayendî ya li dijî jinê kûrtir bû'
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Buroyê Sabahat Mutluay da zanîn newekheviya zayendî ya li dijî jinê kûrtir bûye û girêdayî vêya xizanî û komkujiya li ser jinê jî zêde bûne û wiha got:"Bi betalkirina Peymana Stenbolê diyar e ew ê rê li ber qeybên mezin bên vekirin. Jin civakê bi teşe dike. Jin dema tune be wê xizanî jî pêş bikeve. Jinên bi betalkirina peymanê mecbûrî hundur hatin hiştin wê bandorê li aboriyê bikin. Loma em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û em ê dengê xwe derxin." 
 
'Li dijî komkujiyê divê em bi hev re û hîn zêde deng derxin'
 
Endama Egitim Senê Sevilay Elmas jî da zanîn komkujiya li ser civakê zêde bûye û wiha got:"Peymana Stenbolê ne tenê ji bo jinê ji bo civakê jî gelekî girîng e. Loma em li dijî betalkirina peymanê ne. Loma vekişandina ji peymana mafên gelan diparêze û wekheviyê diparêze ji der aqilan e. Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. Ya girîng em piştevaniyê xurt bikin. Em loma bang li hemû jinan dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin."