ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 12 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Songul Çetin bal kişand ser êrişên nîjadperest ên zêde dibin û wiha got:"Dewlet bi dijminatiya li dijî kurdan xwe li ser piyan disekinîne. Em wekî HDP'ê mecbûr in li dijî vê yekê xebatên cidî bidin meşandin. Divê ev êrişana nebin sedema tirsê ya ji êrişan divê em bêtir bi hêz bibin û dakevin qadan." DÎMEN HEYE
 
*Jin dev ji Peymana Stenbolê ya di 20'ê Adarê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan hat betalkirin, bernadin. Jinan li dijî komkujiya li ser jinan a zêde dibe wiha gotin:"Li dijî komkujiyan divê em bi hev re û hîn zêde dengê xwe derxin." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyan ên li Şirnexê bal kişandin ser tecrîd û zextên li hemberî girtiyan û gotin: "Ji ber tecrîdê niha li Kurdistan û Tirkiyeyê şereke dijwar heye. Ji bo ev şer, zilm û zext bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin. Heta dawiyê em ê li pey daxwaza zarokên xwe bin." BI DÎMEN