Ji Meclîsa Îştar a Mexmûrê peyama 'Divê endamên RJAK’ê bên berdan'

  • 17:15 11 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr bi daxûyaniyek nivîskî banga serbestberdana 3 endamên RJAK’ê ên ku ji aliye PDK’ê ve hatibûn binçavkirin kir. 
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin. Aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nediyare. Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dizanin ku pergala baviksalarî ya ku hebûna xwe li ser tunekirin û qirkirina jinan dibîne weke erkê xwe yê mîsogerkirina pergala xwe êrîşên xwe yên li ser jinê her tim berdewam kiriye. Tevî hemû êrîşên pergala baviksalariyê, jin bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bûne xwedî hêzekî mezin. Di sedsala 21’emîn a ku em di nav de dijîn, ev rastî hîn şênbertir derdikeve holê. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo got 'Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya jinê'. Li ser vî bingehî bi pêşengtiya jinan şoreşa çandî û civakî jî roj bi roj tê avakirin, têkoşîna azadiya civakan bilindtir dibe.
 
Wekê tê zanîn piştî çalakiya bîranîna fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û dîsa endamê RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen li Hewlerê ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin û heta niha jî ti agahiyek di derbarê her sê endamên RJAK’ê de nayê girtin. Ev pêkanînên PDK’ê yên li hemberî jinên azadîxwaz pêktîne, ji siyaset û polîtîkayên dewleta tirk yên ku li ser jinên kurd û azadîxwaz kuştin, tecawiz û tinekirinê ferz dike ne dûrin. Ev hemû di bingehê konsepta êrêşên li ser azadîxwaziya jinê û di kesayeta jinê de li ser tevahî civakê tê pêkanîn.
 
Lewra car din em tînin ziman ku ev bûyerên revandina jinan bûyerên polîtîk in. Divê PDK vê yekê baş zanibe ku ew ji jiyan û rewşa her sê jinan jî berpirsiyare. Ji ber vê yekê divê demildest her sê jinên endamê RJAK’ê werin berdan.”