Testa virusa koronayê ya 9 girtiyên jin pozîtîf derket
- 16:44 11 Tebax 2021
- Rojane
AMED-Testa virusa koronayê ya 9 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinê ya Amedê pozîtîf derket.
Testa virusa koronayê ya ji 12 girtiyên li qawişa A-12'yê ya Girtîgeha Jinê ya Amedê Songul Aşila, Kumri Tokay û 7 girtiyên din pozîtîf derket. 3 girtiyên testa wan negatîf derket kirin karantînayê.
Îdareya girtîgehê ya têkildarî mijarê em lê geriya diyar kir ew têkildarî mijarê agahiyê nade.