Li Girtîgeha Bayburtê girtiya nexweş lêdan xwar

  • 13:52 11 Tebax 2021
  • Rojane
ENQERE - Gardiyanan li girtiya nexweş Neslihan Çetin a li Girtîgeha Tipa M a Bayburtê tê girtin, dan. 
 
Girtiya nexweş Neslihan Çetin a li Girtîgeha Tipa M a Bayburtê tê girtin bi rêya telefona bi malbata xwe re diyar kir gardiyanan heqaret li wê kirine û li wê dane. Malbata Neslihanê da zanîn Neslihana ev 21 sal in di girtîgehê de tê girtin hefteya borî li Erziromê emeliyeta guaturê bûye û roja sêşemê piştî emeliyatê dîsa anîne Girtîgeha Tipa M a Bayburtê. Piştre bi hinceta tedbîrê Neslîhanê tena serê xwe di hucreya yekkesî de hat bicihkirin. 
 
Lê dan, heqaret lê kirin û ew birin hucreyê
 
Neslîhanê bi rêya telefona bi malbata xwe re ev tişt ragihand:"Ji hefteyekê zêdetir e di hucreya yekkesî de têm hiştin. Rojê tenê saetekê deriyê hewadankê tê vekirin. Ji ber rewşa min a tendirustiyê ne baş e min ji mudur daxwaz kir ku deriyê hewadankê bêtir vekin. Do ez çûm bi duyemîn mudurê saziyê re biaxivim. Lê mudur li ser vê yekê got 'Tu qebûl bike jî neke jî wiha ye'. Min got ez vêya qebûl nakim û min bibin gel hevalên min. Dawiyê gardiyanan ji milê min girtin û ez kaş kirim. Heqaret li min kirin û li min dan. Niha milê min reş bûye. Ji bo ez rapora lêdanê bigirim ez ê herim bijîşk."