Dayika Aştiyê: Weke jin herî zêde erka me ye ku em serî hilbidin

  • 09:02 11 Tebax 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN  - Turkan Duruç a ku yek ji dayikên yekem ên aştiyê ye qala naskirina xwe ya rêxistinê û Dayikên Aştiyê kir. Turkanê da zanîn divê ew wekî jin her li pêş bin û wiha got:"Weke jin herî zêde bar dikeve ser milê me ku em li hemberî hemû bindestiyan serî hilbidin. Heta em bikarin hilmê bigirin em ê vê serhildana xwe bibin serî."
 
Turkan Duruç a ku yek ji dayikên yekem ên Aştiyê ye jiyana xwe vedibêje û diyar dike ku ew ji bo aştiya hemû civakan li berxwe dide. Turkana bi salane di nava partiya siyasî de cih girt di destpêkê de di nava baskê jinan de û piştî Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin jî di nava wan de cihê xwe girt. Heta niha tevî hemû zextan ew li berxwe dide. 
 
Li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê bû
 
Turkan  Duruç di sala 1959’an de li Gundê Xerbê Nasê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye ji dayik dibe. Di nava malbatek kedkar de mezin dibe. Di 14 saliya xwe de dizewice. Kesê pê re dizewice jî bê dê û bav di nava tunebûnê de mezin bûye. Di 16 saliya xwe de zarokê xwe yê yekem tîne dinê û dibe dayika 6 zarokan. Ji ber bê karî û tunebûnê koçberî Mîdyadê dibin. Ji Mîdyadê jî diçin Rihayê û ji wir jî vedigerin Mêrdînê. Turkanê beriya were Mêrdînê rêxistinê nas dike û dema li vir bi cih dibe jî di partiya siyasî ya wê demê Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih digire. Bi taybet jî di qada jinan de cih digire û piştî Meclîsa Dayikên Aştiyê li Mêrdînê tê avakirin jî ew dibe yek ji dayikên yekem a meclîsê. Ji wê rojê heya niha li dijî nîjadperestî û li dijî zayenperestiyê serhildana xwe dide dewamkirin.
 
'Ez jin im, ez heme û ez ne ya kesî me'
 
Turkanê dema qala xwe dike di serî de tundî û bêmafiyên ku li ser jinê dihatin kirin û ew bûye şahit dike. Turkanê wiha diaxive: "Malbat berek bingehîn ya civakê ye. Weke dewletokek biçûk e. Divê mirov wê hêsan negire. Niha min di zarokatiya xwe de tundiya li ser jinê didît. Ez bûm şahidê gelek bûyerên bi vî rengî. Piştî ez zewicîm jî ev zayendperestî berdewam dikir. Ez jin im, ez heme û ez ne ayidê kesî me. Lê belê tucarî me nekarî em vê rastiyê qêr bikin. Ji ber ku jin weke amûrekê yan ji weke heyînek ne zindî didîtin. Me nedikarî em biryarekê bigirin an jî em tiştekî bikin. Hîna tu ne zewiciye û tu zewacê xilasî dibînî, dema tu dizewicî jî tu dibînî ku heya ev hişmendî tune nebe xilasiya te tune ye. Belê me jî xwest em vê hişmendiyê tune bikin. Ew xwestek û hêrsa min hîna di zarokatiyê de geş dibû."
 
'Azadiya jinê  azadiya civakê ye'
 
Turkana piştî li Mêrdînê bi cih dibe ji bo xwe riyek serhildanê dibîne û di nava siyaseta kurd de cih digire. Turkanê wiha qala vê pêvajoyê dike:"Min ji xwe re vê carê tu zilam nekir riya xilasiyê. Min rêxistin û partiya me ya siyasî weke riya rast dît û min di nav de cih girt. Ev ji min re serhildanek û azadiyek bû. Em çiqasî heya niha azad nebûbin jî em ê bêjin em bi evîna hezkirinê mirin û me ji bo wê têkoşîn da. Min bi taybet xebatên jinan da meşandin. Ji ber ku armanca min di serî de azadiya jinê bû. Ji ber ku heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Piştî ku Meclîsa Dayikên Aştiyê hate avakirin jî min xwe ji bo wir pêşniyar kir. Ji ber ku pêwîstiya me jî ev e."
 
'Em dev ji doza xwe bernadin'
 
Piştî Tukranê keçek wê jî di qada jinan de kar dike. Ew jî bi dehan caran tê girtin û herî dawî dema ceza jê re tê neçar dimîne derkeve derveyî bajêr. Piştî wê ji di sala 2002’yan de kurê wê Alî Durgut ê ku beşa parêzeriyê û siyasetê qedandiye ji ber gefên dewletê beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe lê piştre digihêje şehadeta xwe. Kurê wê Serdar Durgut jî rojnamevanê çapemeniya azad bû ji ber gefên dewletê di sala 2011’an de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe û beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dide. Turkanê dibêje zarokên min di ber axa xwe de ked dan û dewletê destûr neda ew bi xweşî bijîn. Turkan wiha berdewam dike:"Ji ber ku em kurd bûn û ji ber ku ew zarokên min bûn neheqî li wan hat kirin. Girtîgeh nema ku ez lê negeriyam. Lê belê ne me dev ji doza xwe berda ne jî em dev jê berdidin."
 
'Heta dawiyê em ê têbikoşin'
 
Turkanê bal kişand ser gef û êrişên li ser wan tên meşandin û wiha got:"Em Dayikên Aştiyê ne. Ji ber me aştî xwest kesên li dijî vê êrişî me dikin. Min di HEP’ê de cîh girt. Heya niha bi dehan partiyên me hatin girtin. Kes nikare kurdan bêdeng bike. Ne tirs ne jî êriş bi me dikare. Em mirovên aştîxwaz in. Yên li dijî me xwe eşkere dikin û rûyê xwe nîşan dikin. Heya ku hilmê em bikaribin bistînin em ê têkoşîna xwe bidin dewamkirin."