Li Colemêrgê hevdîtinên 'Dema Azadiyê' didomin

  • 16:57 10 Tebax 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de li Gêman û Aşûtê yên girêdayî Çelê KCD, DBP û HDP bi gel re hatin ba hevdu. Welatiyên KCD, DBP û HDP bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Em ji dil bi we re ne".
 
Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Saliha Aydeniz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de hevdîtinên gel li Çelê ya Colemêrgê û gundên wê dewam kirin. Heyeta parlamenterê HDP'ê Sait Dede û rêveberên bajêr û navçeyan jî di nav de li gundên girêdayî Çelê yên  Gêman û Aşûtê bi gel re hat ba hevdu. 
 
'Cîhan me baş nas dike'
 
Heyeta li Pira Gêmanê ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin ji vir derbasî Gundê Aşûtê bû. Berdan Ozturk ê di heyetê de cihê xwe digire wiha got:"Îro hemû cîhan û dewletên cîhanê bi şehîdên me û bi gelê me yê serhildêr dizanin. Li parçeyê herî mezin ê Kurdistanê li Bakur em bi salan e bi zilm û zordariya dewleta tirk rû bi rû dimînin. Ev hîn dewam dike. Îro dema li dîroka dewletê em dinêrin em dibînin her tim hatiye xwestin gelê kurd bê kuştin û bê îrade bê hiştin. Ji 1925'an bigire heta berî vê dîrokê jî yanî berî Osmaniyan jî ev polîtîkayana hebûn. Dema komar hat avakirin kesên soz dabûn gelê kurd dema karê wan qediya plana Şerq Islahatê kirin meriyetê. Polîtikayên îmha, înkar û asîmîlasyonê li ser gelê kurd dan meşandin."
 
'Em ê bi partiya xwe re bimeşîn' 
 
Abdurrahman Ecer ji şandeya ku hatî re wiha got: "Gelê Kurd bi kuştin, girtin û qetliaman re rûbirû dimîne lê belê kurd dikare tenê hêzê ji kurdan bigire. Hewcedariya me yên din nîne. Çend em bi qetlîaman re derbas bibin jî em tune nabin. Divê îqtîdar û Recep Tayîp Erdogan baş bizane ku em ê heta dawiyê emrê xwe bi partiya xwe re bimeşîn. Partiya me ne bi tenê ye û xwedî girseyeke berxwedêr e. Îqtîdar divê bizane ku wekî Sedar Peker dê li vir biçin." 
 
'Malbat bi korgoyê cenazeyên xwe digirin...' 
 
Salîha Aydenîz jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û wiha axivî: "Ji sala 2015’an vir ve polîtîkayên şer ên taybet tê meşandin. Li ser vê erdnegariyê kurd bi zilm û qetlîaman re rûbirû dimînin. Li hemberî kurdan polîtîkayên cudakariyê tê meşandin. Îro malbat bi kargoyan cenazeyên zarokên xwe digirin. Li bajarên ku kurd lê zêde ne fihûş û hişbir di nava ciwanan de tê pêşxistin. Bi vê rêbazê dixwazin ciwanên kurd têk bibin. Divê em li dijî wan hemû yekan xwedî li hev derkevin. Niha di nava kurdan de dixwazin şerek derxin û bi vê rêbazê dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê vîna kurd nayê naskirin û axa gel tê dagirkirin. Pêwiste ku her kurd bizane ku şerê ku li Başûr tê meşandin ne tenê li hemberî PKK'ê ye li hemberî Gelê kurd e."
 
'Bedelên mezin hat dayîn
 
Parlamenterê HDP'ê ya Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku bi saya bedelên ku hatî dayîn kurd li cîhanê tê nasîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi bedelên mezin îro kurd hatiye vê merhelê. Tu kes bêhêvî nîne. Îro li Tirkiyeyê tenê partiya me siyasetê dimeşîne."
 
Şandeya ku serdanên xwe yên gund xilas kirin berê xwe dan Çelê û dê êvarê tevlî hevdîtina gel bibin.