Ji bo Mahsun Aslan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

  • 14:29 10 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Daxuyaniya MEBYA-DER'ê xwest ji bo Mahsun Aslan ê cenazeyê wî bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin, bide hat astengkirin. Li dijî astengiyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.  
 
Komeleya Xizmên Xwe li Dergûşa Mezopotamyayê Winda Kir (MEBYA-DER) li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê xwest ji bo Mahsun Aslan ê cenazeyê wî bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin daxuyaniya çapemeniyê bide. Rêxistinên navçe û bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re (TUAY-Der), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Xizmên Hukumxwar û Girtî ya Medê (MED TUHAD-FED) beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Girseya xwest daxuyaniyê bide li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê li dar xist.