Saziyên kurd ên li Ewropayê bang tevlîbûna meşê kirin

  • 13:27 10 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê banga tevlîbûna meşa "Parastina Kurdistanê" kir û got: "Em bang li gelê xwe û gelên bindest  dikin; werin em bi hev re di 14'ê Tebaxa 2021'ê de dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê."
 
Platforma "Ji bo yekİtiya neteweyî ya Kurdistanê/Ewropa" ku ji saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê pêk tê, li dijî êrişên li hemberî kurdan û ji bo yekitiyê daxuyaniyek parvekirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li nava welat û derveyî welat, şer, dagirkerî û komkujiyan li hemberî rojava û başûrê Kurdistanê giran kiriye. Ji ber vê yekê bi teşwîqkirina şovenîzm û nijadperestiyê li nava civakê, dixwaze dengê mezlûman û têkoşîna demokratîk neteweyî ya gelê me bifetisîne. Dewleta tirk ji roja ku ava bûye û vir ve bi sedan komkujî û provokasyon kiriye û bi vî rengî hewl daye hebûna xwe bidomîne. Dîroka 100 salî ya Komara Tirkiyeyê dîrokeke bi xwîn e.
 
Parçebûna di nava hêzên Kurdistanî û bûyerên li konjonktura navneteweyî de hêzê dide dewleta tirk a mêtinger û faşîst. Bêguman mijara herî zêde ku dewleta Tirk jê hêzê werdigire ew e ku hêzên neteweyî yên kurd ji hev parçe bûne, di nava xwe de nabin yek.
 
Ji ber vê yekê divê hêzên neteweyî yên kurd nakokiyên nava xwe deynin aliyekî, destketiyên Gelê Kurd ên li başûr û rojavayê Kurdistanê mîna çavê xwe biparêzin. Ev yek wezîfeya herî girîng a vê demê ye. Yekane rêya parastina destketiyan û pêşîgirtina li dagirkerî dewleta tirk a mêtinger, refleksa yekîtiya neteweyî ye.
 
Em bang li gelê xwe û gelên bindest hemûyan dikin; werin em bi hev re di 14'ê Tebaxa 2021'ê de bi beşdariya li meşa 'Parastina Kurdistanê' dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.
 
Roj roja mezinkirina berxwedana gelê Kurdistanê ye. Roja pêanîna yekitiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê ye."