Li Mexmûrê koma 119'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:03 10 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 119’an dewir girt. Di çalakiya ku 136 roj in didome de çalakvanan gotin: "Em ê bi her awayî çalakiya xwe bidomînin."
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 119'an dewir girt. Çalakiya ku hatiye destpêkirin 136’in bi awayek bi biryardarî didome. Ji bo dewrgirtinê merasîmek hat lidarxistin. 
 
Di merasîma dewirgirtinê de li ser navê koma 118’emîn Meryem Bulut axivî û destpêkê hemû çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tên meşandin silav kir. Meryem wiha dest bi axaftina xwe kir: "Çalakiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li her çar aliyên cîhanê hatine destpêkirin, divê her hemwelatiyek kurd xwe berpirsyar bibîne û tevlîbûna xwe jêre bide çêkirin û bi ruh û mejiyê xwe bi pêvajoyê re bimeşe. Weke çalakvanên ciwan heya ku em negihin armanca xwe em ê bi her awayî çalakiyên xwe berdewam bikin. Ji ber ku em dizanin bingehê ku Rêber Apo avakirî li ser xwin û xeyalên şehîdan hatiye avakirin. Lewma jî bi taybetî em wek malbatên şehîdan em ê li erk û berpirsyariyên xwe xwedîderkevin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.