Serhildana li dijî tecrîdê di roja 257'an de ye

  • 10:05 10 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin di roja 257'an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda ku 22 sal in li Gîrtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ve li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin di roja 257'an de berdewam dike. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger bi dewirgirtina koma 48'emîn berdewam dike.
  
Çalakî li Yewnanistanê 219 roj in didome
 
Çalakiya ku penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku dabûn destpêkirin jî dewam dike. Ev çalakî 219 roj in didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.