‘Em ê li qadan polîtîkayên nîjadî teşhîr bikin'

  • 09:03 10 Tebax 2021
  • Rojane
WAN – Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Hazal Karabey di çalakiya protestoyî ya ku li Wanê hatibû li dar xistin de hatibû binçavkirin, diyar kir ku li qadan polîtîkayên nîjadî bi çalakiyan dê teşhîr bikin. 
 
Demek dirêje li Enqere, Îzmîr, Antalya û Muglayê li hemberî kurdan êrişên nîjadî zêde dibin. Lê êrişên nîjadî yên li Konyayê pêk hatî jî bû sedema qetilkirina 7 kesan. Li gelek bajarên herêmê qetîama Konyayê bi çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin. Rojanên borî bi banga Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê jî çalakiyek hat lidarxistin û polîsan êriş bir ser çalakiyê. Di çalakiyê de 10 kes hatin binçav kirin. Ji 10 kesan 3 kes hatin girtin. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hazal Karabey jî hatibû binçavkirin. Hazar  derbarê pêvajoya binçavkirinê û binpêkirina mafan de ji ajansa me re axivî. 
 
'Hûn çima çûn çalakiyê'
 
Hazal, diyar kir ku di 7 kes li Konyayê hatin qetilkirin û got: "Ev tişt bûyereke civakî ye. Wijdana mirovan qebûl nake vê qetlîamê. Em jî li dijî vê qetlîamê tevlî çalakiya protestoyî bûn. Di çalakiyê de em bi şîdeta polîsan re rûbirû man, 3 ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin. Rêveberekê me bi îşkenceyê re rûbirû ma. Ev tişt di dîmenan de jî derket holê. Piştî rojek şûnde 6 kes ji ber heman çalakiyê hatin binçavkirin. Piştre jî kesek din hat binçavkirin. Bi tevahî bûn 10 kes. Piştî ku dema binçavkirinê tijê bû me derxistin dozgeriyê. Dozger ji me re pirsa 'Platforma Demokrasî û Kedê kî ne? Hûn çima çûn cihê çalakiyê? We kijan dirûşme berz kir?' Mafê me ya herî rewa ye ku em tevlî çalakî û meşan dibin. Em vê qetlîama ku pêk hatî nayê qebûlkirin û bi wijdanî jî nayê qebûlkirin. Ji bo qetlîamên wisa carek din pêk neyên em tevlî çalakiyan bûn." 
 
'Bi saetan li ser peyarê me dan rûniştandin' 
 
Hazal, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa bijîşkan: "Piştî binçavkirinan ji bo kontrola tenduristiyê me birin nexweşxaneyê. Li vir me bi rêzî li peyareyê dan rûniştandin, em bi saetan li vir man. Her wiha di dema kontrola bijîşkan de jî bijîşk li cem polîsan 'Gelo pirsgirêkek we heye?' Ligel hevalên me di dema çalakiyê de lêdan xwar jî bijîşk vê tiştî nedît. Her wiha hevalên me di binçavan de bi heqerêtê re rûbirû man." 
 
'Em rê nadin êrîşan'
 
Hazal, destnîşan kir ku demek dirêje êrişên nîjadî zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di demên dawiyê de li hemerî partiya me êrişên nîjadî zêde dibin. Ji ber ku partiya me nasname, ziman, ol û gelên cuda digire nava xwe, di be hedefa êrişan. Ji ber daxuyanî û polîtîkayên îqtîdarê gelê me bi êrîşên nîjadî re rûbirû dimînin. Divê bê zanîn ku em rê nadin êrişan û em ê polîtîkayên êrişê jî bi her awayî teşhîr bikin."