Jina li Qersê ber lehiyê ket jiyana xwe ji dest da

  • 08:15 10 Tebax 2021
  • Rojane
QERS - Meryem Nazîk a li Qersê çû ber çem li zaroka xwe binêre ji ber barana zêde ber ava lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li Gundê Qaqizmanê barana nîvro zêde bariya bû sedema lehiyê. Meryem Nazîk (30) a li Qersê çû ber çem li zaroka xwe binêre ji ber barana zêde ber ava lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahiya gundiyan cenderme, 112 û Muduriyeta AFAD'ê hat cihê bûyerê. 
 
Piştî lêgerînê Meryemê 25 km. dûrî gund mirî hat dîtin. Cenazeyê Meryemê yê ji avê hat derxistin ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qaqizmanê.