Kongreya Star banga berdana siyasetmedarên RJAK'ê kir

  • 14:27 9 Tebax 2021
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê her sê siyasetmedarên jin Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da û got: "PDK'ê berpirsê jiyana her sê siyasetmedarên şandeya RJAK'êê ye û Divê bilêz serbest bên berdan."
 
Koordînasyona Kongreya Star îro derbarê girtina 3 siyasetmedarên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li Hewlêrê dema ji Şengalê vedigeriyan, daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "PDK li pey siyasetên li dijî yekitiya kurdan ketiye. Em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta tirk li pêşiya çavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ev êrişên dermirovî hîna berdewam in û dewleta tirk çekên qedexekirî bi kar tîne.
 
Li gel van êrişan PDK'ê hewl dide hewldanên pêkanîna yekitiya kurdan asteng bike. Beriya 3 mehan asayîşa PDK'ê nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê girtin. Piştî gelek bangewaziyan û daxuyaniyên tund, her du endamên PYD`ê serbest hatin berdan lê çaranûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen heta niha ne diyar e. 
 
PDK bi van siyaseta xwe berjewendiyên dijminan pêk tîne. Di çarçoveya wan hewldanên astengkirina yekitiyê û derxistina şerekî kurdî-kurdî de, PDK'ê di vê dawiyê de her sê siyasetmedarên RJAK'ê  Xewla Mihemed Hisên, Ciwana Ebdulheqî û Seyrana Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigerîn piştî ku tevlî salvegera 7'an a qirkirina Êzidiyan û piştgiriya civaka êzidî bûbûn, li Hewlêrê girtin. Heta niha tu agahî derbarê her sê siyasetmedaran de nehatiye girtin. 
 
PDK`ê berpirsa jiyana her sê jinên siyasetmedar e ku du ji wan dayik in. Divê PDK'ê bilez wan serbest berde ji ber ku li Kurdistanê dijîn û tu sûc nekiriye ku ji ber wê werin girtin an jî cezakirin."