Li Navçeya Rezanê jinek bi giranî birîndar bû

  • 11:49 9 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Di pevçûna çekdarî ya li Navçeya Rezanê de jinek bi giranî birîndar bû. 
 
Di pevçûna li nêzî Goristina Yenikoyê ya Navçeya Rezanê ya Amedê de bi çekê jineke 68 salî ya bi navê Y.T. bi giranî birîndar bû û kesekî jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Y.T. rakirin nexweşxaneyê. Tedawiya Y.T. ya li nexweşxaneyê didome û hat diyarkirin rewşa wê giran e. 
 
Hat diyarkirin derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin