Parêzer Perîhan Angay: Ne hiqûq, siyaset esas tê girtin

  • 09:03 9 Tebax 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Parêzer û Endma Komîsyona Mafên Jinê ya Baroya Mêrdînê Perîhan Angay di derbarê Peymana Stenbolê û zêdebûna qetlîamên li ser jinan de diyar kir ne hiqûq, siyaset esas tê girtin û wiha got:"Bi taybet di çend salên dawî de ne hiquq, siyaset tê esasgirtin. Ji ber vê sedemê jî rakirina Peymana Stenbolê di aliyê binpêkirina mafên jinan de bingeh ava kir. Di demên dawî de jî bi zêdebûna qetlîamên li ser jinan em dibin şahidê vê yekê."
 
Piştî rakirina Peymana Stenbolê êriş û qetilkirina jinan zêdetir bûn. Li gor daneyên me dan hevdu di meha tîrmehê de 27 jin hatin  qetilkirin. Parêzer û Endma Komîsyona Mafên Jinê ya Baroya Mêrdînê Perîhan Angay bi rakirina Peymana Stenbolê û polîtîkayên bêcezahiştinê zêdebûyina êriş û qetilkirina jinan nirxand. 
 
Îmzekirina Peymana Stenbolê
 
Perîhanê da zanîn ji bo Peymana Stenbolê bê zanîn pêwîst e çîroka wê jî bê zanîn û wiha berdewam kir:"Ger em lê binêrin em ê bibînin ku jinan bi xwîna xwe ev peyman bi dest xistine. Em doza Nahîde Opus dizanin. Ev doz weke bingeha Peymana Stenbolê ye. Mêrê bi Nahîdeyê re hat zewicandin tundî û êrişa bi çekê lê kir. Wê 36 caran giliyê mêrê tundî lê dikir, kir. Lê belê hewildanên wê bê bersiv man. Di encamê de mêrê êriş û tundî kir diya Nahîdeyê qetil dike û Nahîde ji ber ku dewletê wê neparastiye serî li AHÎM'ê da. Doz bi encam bû û encama ku wê weke lekeyeke reş tim di dîroka Tirkiyeyê de bima hat dayîn. Li gorî lêkolîn û rapora AHÎM'ê Tirkiyeyê Nahîde Opus neparastibû û ji ber vê jî di sala 2009'an de AHÎM' 36.500 Euro tazminat ceza dide Tirkiyeyê. Piştî vê biryarê jî di sala 2011'an de Konseya Ewropayê kom dibe û di derbarê tundiya li ser jinê de biryarê digire. Bi vî rengî jî bingeha Peymana Stenbolê tê avêtin. Tirkiye ji bo lekeya reş a ketiye ser paqij bike Peymana Stenbolê îmze dike."
 
'Peymanê qanûnên cezakirina sûcdaran hildigirt'
 
Perîhanê bi lêv kir her çiqasî di nava gel de weke Peymana Stenbolê were zanîn jî ev peymana Konseya  Ewropayê ya ‘Astegkirina tundiya li ser jinan  a di nava malbatê û têkoşîna li hemberî tundiyê ye’. Perîhanê wiha berdewam kir: "Bi vê peymanê re cara yekem bû tundiya li ser jinê weke binpêkirina mafên mirovan hate dîtin. Em bi kurtasî dikarin bêjin bi vê peymanê re wê her cure tundiya li ser jinê û di hundirê malê de hatiba astengkirin. Peymanê qanûnên cezakirina sûcdaran hildigirt. Di peymanê de têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya fîzikî, aborî, derûnî, zayendî, medyayî, şopandina bi zorê, destdirêjî, tecawiz, suneta jinê, kurtaj cihê xwe digirt."
 
'Ne hiqûq, siyaset esas tê girtin'
 
Perîhanê da zanîn xala 4'emîn a di peymanê de ya ku dibêje 'Wekheviya di aliyê zayendî de' hinek kes ne rehet kir û wiha pê de çû:"Ev xal weke hincet hat bikaranîn. Bi taybet jî tarîqat û cemeat ne rehet kir. Wan gotin 'Ev peyman aramiya civakê xirab dike. Ango ew nirxên civakê yên bingehîn ên weke çand û olê xira dikin û zirarê didin ola misilmantiyê'. Ew nîqaşên ku girêdana wê bi peymanê re tune ne dikin. Lê belê peyman ji bo aramiya civakê û wekheviya zayendî hatiye avakirin. Peyman jin û mêran di heman astê de dibîne. Kesên ku peymanê naxwazin bi eşkere wekheviya zayendî, aramiya civakê erê nakin. Rakirina peymanê pêşî li  mêrê ku tundiyê li ser jin û kesên din dike vedike. Ango bi taybet di çend salên dawî de ne hiqûq, siyaset esas tê girtin. Ji ber vê sedemê jî rakirina peymanê di aliyê binpêkirina mafên jinan de bingeh ava kir. Di demên dawî de bi zêdebûna komkujiyên li ser jinan  em dibin şahidê vê yekê."
 
'Pêwîst e jin xwedî li mafê xwe û nasnameya xwe derbikeve'
 
Perihanê herî dawî jî wiha got: "Di nava mehekê de 27 jin hatin qetilkirin. Ev tenê jimareke ku di medyayê de hatiye parvekirin e. Lê belê di nava wê mihê de zêdetir jinên ku em nikarin xwe bigihînê tên qetilkirin. Ev wendahiyek mezin e. Îqtidar û hişmendiya mêr polîtîkayên taybet didin meşandin. Li cihê ku jinan biparêze qetilkirina wan diparêze. Ji ber ku em mînaka vê ji polîtîkayên bêcezatiyê, ji ber pêkneanîna qanûnan dibînin. Pêwîst e jin xwedî li mafê xwe û nasnameya xwe derbikeve."