ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:01 9 Tebax 2021
  • Rojev
*Welatiyên bertek nîşanî bikaranîn hişbirê ya li bajêr zêde bûye dan wiha gotin:"Em dixwazin kuçe û kolanên me ji bikaranîna hişbirê paqij bibe. Em li Kurdistanê polîtîkayên bikaranîna hişbirê naxwazin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Perîhan Angay di derbarê Peymana Stenbolê û zêdebûna qetlîamên li ser jinan de diyar kir ne hiqûq, siyaset esas tê girtin û wiha got:"Bi taybet di çend salên dawî de ne hiquq, siyaset tê esasgirtin. Ji ber vê sedemê jî rakirina Peymana Stenbolê di aliyê binpêkirina mafên jinan de bingeh ava kir. Di demên dawî de jî bi zêdebûna qetlîamên li ser jinan em dibin şahidê vê yekê." DÎMEN HEYE