Li Elkê mirina zarokekê ya bi guman

  • 16:08 8 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê zaroka 17 salî Naciye Yîgît bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li Gundê Pîrosayê ku girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye, zaroka 17 salî ya bi navê Naciye Yîgît bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gor îdîayan Naciyeyê duh êvarê xwe întîhar kiriye û malbat serê vê sibehê dema diçin odeyê dibînin xwe xeniqandiye. Cenazeyê Naciyeyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê dê ji bo otopsiyê bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
 
Her wiha hat zanîn ku malbata Naciyeyê li Qereqola Cendirmeyan a Çemanê îfade dane.