Hempîşeyên Deniz Firat: Em ê têkoşîna wê bidomînin

  • 14:00 8 Tebax 2021
  • Rojane
WAN - Rojnameger Denîz Firat a di dema êrişa li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe ji aliyê hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşîna Denizê û rojnamegerên din ên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane hat dayin. 
 
Rojnameger Denîz Firat a di dema êrişa li ser Mexmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de di 8'ê Tebaxa 2014'aan de jiyana xwe ji dest da li gora xwe ya li Kuçeya Xeçxatûnê ya Ebexa Wanê hat bîranîn. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleyaa Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), gelek rojnameger û malbata Denîzê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin de endama MKGP'ê Safiye Alagaş axivî. Safiyeyê da zanîn ew wekî çapemeniya azad pênûsa Denîzê tu carî ji destên xwe naxin. 
 
'Rêyeke ronî vekir'
 
Safiyeyê diyar kir Deniz Firat kevneşopiya çapemeniya azad pir baş parastiye û wiha got:"Denizê ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Lê belê li dijî tarîtiyê wê ji bo çapemeniya azad û jina kurd rêyeke ronî vekir. Em dîsa li ser gora wê sozê didin wê. Em ê têkoşîna wê bimeşînin."
 
'Em ê têkoşîna Denizê ji bîr nekin'
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan wiha got:"Îro di heman demê de salvegera nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê yê Ferhat Tepe yê di 8'ê Tebaxa 1993'yan de hatiye qetilkirin e. Her wiha salvegera nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Serêkaniyê Huseyin Deniz ê di 9'ê Tebaxa 1992'yan de hat qetilkirin e. Deniz Firat li Wargeha Mexmûrê di eniya pêş de bû û di êrişa DAÎŞ'ê de bi qameraya xwe serî hilda. Em ê têkoşîna Denizê ji bîr nekin."
 
'Em ê têkoşîna wê bidomînin'
 
Birayê Denîz Firat, Seyat Yildiz tan wiha got:"Hevalên Denîzê pênûsa wê li erdê nehiştin. Em ê jî wekî malbata wê têkoşîna wê bidomînin. Bila serê gelê kurd sax be."
 
Bîranîn bi danîna qurnefîlan û kirina duayan bi dawî bû.