Berteka li dijî binçavkirina 3 jinên siyasetmedar: Êrişa li ser têkoşînê ye

  • 13:34 8 Tebax 2021
  • Rojane
Berteka li dijî binçavkirina 3 jinên siyasetmedar: Êrişa li ser têkoşînê ye
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka RJAK'ê Soma Ferhed da zanîn binçavkirina endamên wan ên di dema vegera bîranîna Komkujiya Şengalê de êrişeke li dijî têkoşîna jinê ye. 
 
Şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê sayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin. Heya niha ji wan 3 jinan tu agahî nehatiye wergirtin.
 
'Ev kiryar encama siyaseta li dijî hemû saziyên jinan e'
 
Der barê girtina du rêveber û endameke RJAK’ê de berdevka RJAK'ê Soma Ferhad, ji ajansa ANHA'yê re axivî û got:"Ruxmî ku saziyên me li Iraq û Başûrê Kurdistanê fermî ne, hevalên me hatine girtin û em heta niha çarenûsa wan nizanin. Ger agahî neye dayîn em ê şêwazên cuda bi kar bînin. Em li bendê ne ku hemû jin xwedî li endamên me derbikevin. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike. Ev girtin ne tenê li ser endamê me ye, lê belê ev kiryar encama siyaseta ku li dijî hemû saziyên jinan e."