Li Mexmûrê koma 118'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 12:05 8 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi dewirgirtina koma 118’an d, roja 234'an de dewam dike. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbunê ku îro koma 118’an dewir girt, di roja xwe ya 234’an de berdewam dike. 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzigirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
Li ser navê koma 117’emîn Serdar Oremarî wiha got:"Em çalakiya xwe di bin sîwana pêngava dem dema azadiyê ye de bi awayekî biryardarî didomînin. Heta ku em negihêjin armanca xwe wê tekoşîna me berdewam be. Pêvajoya ku em tê de dijîn girîng e. Gerîlayên tekoşîna azadiyê bi rihê pêngava 15’ê tebaxê li hember dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê ango kurmê darê PDK’ê berxwedanek bêhempa didin meşandin. Em jî weke gelê wargehê şopdarê tekoşîna azadiyê bin û dev ji têkoşînê bernedin."
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.