Nobeta 'Edaletê' di roja 153'yemîn de ye

  • 11:49 8 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê dest pê kirin di roja 153'yemîn de dewam dike. 
 
Berî hilbijartinên di 24'ê Hezîrana 2018'an de li Naçveya Pirsûsê ya Rihayê bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê dest pê kirin  di roja 153'yemîn de dewam dike. Ji ber avahiya edliyeyê girtîbû malbatê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê domand. 
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev gotin parve kir:"Di 2018'an de li Nexweşxaneya Pirsûsê bav û du kurên wî hatin qetilkirin. Dozgeriyê 23 kesên komkujî tespît kir. Lê belê hîn kesekî girtî tune ye!"