'Li dijî êrişên nîjadperest divê em hêza xweparastinê pêş bixin'

  • 09:09 8 Tebax 2021
  • Rojane
Dilan Babat 
 
ENQERE - Jinan diyar kirin li dijî êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan têkoşîna hevpar hewce ye û wiha gotin:"Divê li her qada em lê bin em zimanê xwe, nasnameya xwe û qadên xwe yên jiyanê biparêzin. Ji bo vê yekê û li dijî êrişên nîjadperest divê em hêza xwe ya xweparastinê pêş bixin. Ev pêdiviya têkoşîna îro ye."
 
Êrişên li dijî kurdan her roj zêde dibin. Zimanê îktidarê ji êrişan re dibe bingeh. Di 30'yê Tîrmehê de bi êrişa nîjadperest li navçeya Merama Konyayê ji malbateke kurd jê 4 jin 7 kes hatibûn qetilkirin. Di 2'yê Tebaxê de li Elmadaga Enqereyê jî ji ber êrişa nîjadperest malbateke kurd mecbûr mabû cihê xwe terk bike. Li navçeya Antalyayê ya Elmaliyê jî bi êrişa nîjadperest a li dijî malbateke kurd dîsa malbat mecbûr mabû ku cihê xwe terk bike. 
 
Banga têkoşîna hevpar 
 
Endama Lijneya Serokên Partiya Çep Îlknur Başer da zanîn her sal êrişên nîjadperest li dijî kurdan tên kirin, di meha havînê de êriş li dijî karkerên demsalî tên kirin û wiha got:"Dema hêza îktidarê ya rêvebirina welat têk diçe wê demê cudakariya di navbera gelan de dertê holê. Argumanên netewperweriyê tê bikaranînin û dibe sedema pevçûna di navbera gelan de. Wexta bê hêz dimînin an olê yan jî netewperweriyê bi kar tînin. Lê belê ancax bi têkoşîna hevpar em bikaribin li dijî vê yekê bisekinin." 
 
'Îktidar dixwaza siberoja xwe ewle bike'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş da zanîn êrişên li ser kurdan ji êrişên polîtayên şerê taybet ên li ser çar parçeyan ne cuda ne û wiha domand:"Bloka AKP- MHP'ê ji bo siberoja xwe ewle bike dixwaze têkoşîna azadiya gelê kurd, mafê tayinkirina qedera xwe ya gelê kurd, têkoşîna nasnameyê ya gelê kurd tune bike. Ji bo vê yekê jî stratejiyeke taybet dişopînin. Bi agirên bi daristanan ketiye tê xwestin gel li dijî kurdan bê sorkirin. Îktidar vê polîtîkayê dixwaze di arenaya siyasî de bi hêz bike. Ev êrişana ji êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina Deniz Poyraz ne cuda ne. Em van polîtîkayana wekî polîtikayên îktidarê yên dijminatiya li dijî kurdan dibînin. Li dijî êrişên nîjadperest divê em hêza xweparastinê pêş bixin."
 
'Bi têkoşîna hevpar em dikarin nîjadperestî û vê îktidarê têk bibin'
 
Gulfer Akkaya bi lêv kir di nava êrişên nîjadperest de dijminatiyeke li dijî jinê jî heye û wiha got:"Her wiha di nava van êrişana de zayendperestî jî derdikeve pêş. Di bin êrişa li dijî kurdan de bingeheke dîrokî heye. Bi taybet êrişên nîjadperest tên kirin. Hema hema bêje her sal em dibin şahidên van êrişana. Lê îsal hîn zêde bûne. Van êrişana ne tesaduf in. Em dizanin ev êrişana ne bi serê xwe ne. Lê belê bi têkoşîna hevpar em dikarin faşîzm, nîjadperestî û vê îktidarê têk bibin."