Li hemberî êrîşên nîjadperest bertek:Kurd bi êrîşan naqedin

  • 09:03 8 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên Şirnexê, bertek nîşanê êrîşên nîjadperest ku li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan hatin kirin dan û li hemberî êrîşan banga berxwedanê li gelê kurd kirin. 
 
Di demên dawiyê de êrîşên nijadperestên tirk li hemberî kurdên bajarên Tirkiyeyê zêde dibin. Herî dawî  di 30’yê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Navçeya Meramê ya Konyayê êrişeke nîjadperest li dijî malbata kurd hat kirin. Di encama vê êrîşê de 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin û agir bi malê hat xistin. Li dijî van êrişan li hemû deverên Kurdistanê û derveyî welêt kurd daketin qadan û qetlîama li hemberî malbata kurd hat kirin şermezar kirin. Jinên siyasetmedar ên Şirnexê jî bertek nîşanê êrîşên nîjadperest ên li dijî kurdan hatin kirin dan û gotin kurd bi êrîşan naqedin.
 
Hevseroka Şaredariya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, êrîşên nîjadperest ên li dijî kurdan şermezar kir û got: “Êrîş mirov diêşînin. Tişta tê kirin dijahlaqî ye. Ev êrîş bi zanebûn tên kirin. Hikûmeta AKP’ê ber bi hilweşandinê ve diçe û hewl dide bi polîtîkayên nijadperest ku pêş dixe xwe li ser lingan bihêle. Ji ber gotinên nijadperest ên AKP'ê ku kurd hedef tên nîşandan ev êrîş pêk tên. Ev êrîş tenê zerarê nadin Gelê Kurd didin tevahiya gelên li Tirkiyeyê. Bi axaftinên Sedat Peker  re  û ji ber  tiştên ku tên gotin divê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê îstîfa bike. Îdîayên ku derbarê wan de tên kirin ne îdayên ji rêzê ne. Kuştina mirovan ji bo wan tiştek ne ew qas mezin e. Ji bo îqtîdara xwe li ser nigan bigirin li hember êrîşan bêdeng dimînin”
 
'Em êrîşên qirêj şermezar dikin'
 
Bêrîvanê, bal kişand ser şewata daristanan jî û wiha domand: “Şewata daristanan  jî parçeyek ji siyaseta wan a qirêj e. Bi polîtîqayên xwe yên qirêj çawa ku heta niha xwe li ser nigan hîştine, ev jî parçeyek ji wan polîtîkayan e. Wekî Gelê Kurd em dibêjin li hember van êrîşan em ê. Em li ser kuştina mirovan siyasetê nadin meşandin. Lê ev êrîş û komkûjiyên ku tên kirin her ku diçe zêde dibin. Li gelek deveran cuda cuda êrîşî kurdan tê kirin. Îqtîdar li şûna ku di navbera gelan de azadî û aştiyê ava bike, her ku diçe tevlîheviyê mezintir dike. Em van êrîşên wan ên qirêj şermezar dikin.”
 
‘Ecdadên wan kurd neqedandin ew jî nikarin biqedînin’
 
Bêrîvanê, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hember êrîşên nîjadperest ku li dijî kurdan tên kirin îqtîdar bêdengiya xwe diparêze û ev tiştan got: “Ji xwe îqtîdara AKP’ê van talîmatan dide û dibêje kurdan qetil bikin. Di aliyê siyasî, fîzîkî û derûnî de kurdan qir dike. Ev bêdengiya îqtîdarê komkûjiyên li hemberî kurdan tên kirin meşrû dike. Kesên ku dibêjin em mirovin li hember vê hovîtiyê divê bêdeng nemînin. Îqtîdar bi gotinên dinav malbatan de pirsgirêkên kesane hene komkujiyan meşrû dike.  Divê kurd vê baş bibînin. Qetilkirina kurdan rewa hatiye dîtin. Lê bi qirkirin û qetilkirinê nikarin Gelê Kurd xilas bikin.  Ecdadên wan kurd neqedandin û ew jî nikarin biqedînin. Tunekirina kurdan ji bo wan tenê xwen û xeyal wê bimîne. Em kurd hatin dinyayê, em ê kurd jî bimirin. Ew ê nikaribin me xilas bikin.”
 
‘Ev êrîş ne ji rêzê ne’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî bertek nîşanî êrîşên nîjadperest da û da zanîn ku ev êrîş bi destên îqtîdarê tên kirin. Zîlan,  diyar kir ku li dijî Gelê Kurd tim êrîş hatine kirin û di demên dawiyê de ev êrîş zêdetir bûne û wiha pêlda axaftina xwe: “Li dijî gelê kurd û HDP’ê êrîş tu carî bi dawî nebûn. Mirov dikare mînaka Denîz Poyraz bide. Denîz bi awayek hovane di hundirê partiya me de hat qetilkirin. Piştî wê ev êrîş zêdetir bûn. Sedema zêdebûna van êrîşan jî têkçûyîna îqtîdara AKP-MHP’ê ye. Îqtîdar ji bo ku xwe li ser piyan bigire tim kaosê pêk tîne û dixwaze di nav gelên li Tirkiyeyê de şerê navxweyî bide destpêkirin û bi vî awayî dixwaze biçe hilbijartinê. Ji ber vê yekê îqtîdar hêzên xwe yên paramîleter bi ser kurdan de dişîne. Herî dawî li Konyayê êrîşan nîjadperest pêk hatin û ji malbatekê de 7 kes bi awayê hovane hatin qetilkirin. Ev êrîş ne êrîşên ji rêzê ne. Em van êrîşan qebûl nakin.”
 
‘Divê gelê me bersivek xurt bide van êrîşan’
 
Zîlanê, got ku ji bo Gelê Kurd pêvajoyek nû dest pê dike û ev tişt vegot: “Divê Gelê Kurd li hember van êrîşan bêdeng nemîne. Divê gelê me bersivek xurt bide van êrîşên nîjadperest. Divê gelê me parastina xwe bike û bêdeng nemîne. Îqtîdar bi zanebûn van êrîşan dide kirin. Ji ber polîtîqayên bê cezabûnê jî ev bûyer zêde bûne. Her wiha îqtîdar bi gotinên xwe dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan carekedin dide nîşandan. Armanca îqtîdarê ew e ku kaosê çêbike. Bi vî awayî dixwaze carekedin bibe îqtîdar. ÎQtîdar bi destên xwe navbera Gelê Kurd û  Tirk de dijminatiyê ava dike. Divê êdî gelê me rabin ser piyan û bersivek mezin bidin van êrîşan. Em ê bi xweparastina xwe li hember van êrîşan bisekinin. Em şer naxwazin û ne aliyê şer in.”