MED TUHAD-FED konreya xwe pêk anî

  • 16:09 7 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - MED TUHAD-FED, 1'emîn kongreya xwe ya asayî li darxistin. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê Remziye Tosun axivî û got: "Divê em xwedî  çalakiya greva birçîbûnê derkevin. Ger tecrîd bi dawî bibe, birêz Abdullah Ocalan azad bibe, civak wê nefese bigire."
 
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Tesîsên Demîrok a navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Pankarta bi kurdî û tirkî “Bila TMK rabe, ji girtiyên nexweş re azadî” ya li ser nivîsandî bi salonê hat daleqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî kongrê bûn. 
 
Kongre piştî deqeyek rêzgirtinê, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dest pê kir. Dayika Yakûp Eryilmaz ê girtî Kudret Eryilmez, di kongrê de axivî û got: “Zarokên me ji bo azadiyê têkoşîna xwe dewam dikin. Em dixwazin ku civak li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne û xwedî çalakiya grevên birçûbûnê derkevin. Ji bo ku zarokên me êdî nemirin, bila her kes destê xwe dane ser wijdana xwe. Em naxwazin ji girtîgehan êdî cenaze derkevin.”
 
Parlamenter Remziye Tosûn dûre axivî û bal kişand ser êrişên nijadperest ên li dijî kurdan. Remziye, diyar kir ku di berê de, dihat gotin ku ‘kesên 7 Ermeniyan bikujin wê biçin cennetê.’ Niha jî heman polîtîkayan li dijî kurdan bi rêve dibin. Her roj derdikevin nêçîran kurdan. Li ser rêyan nasnameyan kontrol dikin û li kurdan digerin. Dema kurdekê dibînin, lînç dikin. Piştî cenazeyê Agît Îpek, vê carê cenazeyê Mahsûm Aslan jî bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Em van kiryaran qebûl nakin. Bi têkoşînê em ê pêşiya van hemû zext û êrişan bigirin.”
 
Remziye, banga xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, di girtîgehan de dewam dikin kir û wiha bilêv kir: “Zext û tecrîdek mezin li ser girtiyan heye. Divê em xwedî vê çalakiya wan derkevin. Ger tecrîd bi dawî bibe, birêz Abdullah Ocalan azad bibe, civak wê nefese bigire. Fikir û ramanên Abdullah Ocalan pêşiya her rêyê vedike.”
 
Piştî axaftinan raporên xebatê hatin xwendin û dûre ji bo Hevserokatiya MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û Ahmet Dogan hatin hilbijartin.