Kujer jina qetil kir sûcdar kir

  • 13:32 7 Tebax 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Kujerê bi navê Serkan Ozgun ê ku jina bi navê Baran Hasan Rsho qetil kir di îfadeya ku dibinçavan de da xwe mafdar kir û Barana ku qetil kir sûcdar kir.
 
Duh li taxa Şenkoyê ya girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê Serkan Ozgun (25) jina dayika zarokekî  ya bi navê Baran Hasan Rasho (23) qeil kir. Serkan Ozgun ê ku xwest bireve û di ketina navçeyêde hat binçavkirin, di îfadeya ku daye de sûcê xwe îtîraf kir û Barana ku qetil kir sucdar kir. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê derbarê buyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de derbarê bûyerê de wiha hat gotin: "Kujer hatiye binçavkirin û serdozgeriyê lêpirsînek berfireh daye destpêkirin. Li dijî hemu cure tundiya li ser jinê em hertim amade ne û em ê weke hiquqnas têkoşînê xwe bidomînin."