Ji bo Colemêrg û Wanê hişyariya lehiyê hat kirin

  • 11:47 7 Tebax 2021
  • Rojane
WAN - Miduriyeta Meteorolojiyê ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya barana zêde kir. 
 
14’emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê diyar kir ku li bendê ne ji nîvro û şunde li Colemêrg û Wanê baraneke zêde bibare. Miduriyetê, dazanîn ku tê texmînkirin wê li Wan û derdorên wê û li bakurê Colemêrgê baraneke zêde bibare û xwest ku li dijî lehî, birûsk, bayê zêde û gijlokê welatî baldar bin û bergiriyên xwe bigirin.