Li Mîdyadê jinek hat qetilkirin

  • 09:12 7 Tebax 2021
  • Rojane
MÊRDÎN – Li taxa Şenkoyê ya girêdayî navçeya Mîdyadê Serkan Ozgun Jina bi navê Baran Hasan Rasho qetil kir. Li gorî agahiyên hatine girtin kujer xwestiye bireve lê li taxa Êstila ya Mîdyadê hatiye giritn.
 
Li taxa Şenkoyê ya girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê mêrê bi navê Serkan Ozgun (25) jina bi navê Baran Hasan Rasho ku tê îdakirin êzidiye qetil kir. Li gorî agahiyên hatine girtin li mala ku buyer çêbuye di destpêkê de dengê pevçunê hatiye û pişre dengê teqîna çekê hatiye. Berî ku leşker bigihêjin cihê buyerê mêrê kujer reviya ye. Lê kujer li taxa Êstilê ya Midyadê hatiye girtin.
 
Derbarê bûyerê de ji aliyê serdozgeriyê ve lêkolîn hat destpêkirin.