'Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin!'

  • 09:08 7 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Dayika Egît Îpek, Halîse Îpek bertek nîşanî şandina cenazeyan a bi kargoyê da û wiha got:"Zarokên me perçe dikin. Ev têr nake bi kargoyê dişînin. Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin!"
 
Bi bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di Hezîrana 2018'an de  li Çiyayê Sor ê Dêrsimê Mahsun Aslan ê HPG'yî jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Mahsun 3 sal berê testa DNA'yê da û li ser diyarbûna encama DNA'yê di 2'yê Tebaxê de Muduriyeta Emniyetê ya Erxeniyê li malbatê digere û dixwaze werin cenazeyê xwe bigire. Malbata li ser vê yekê diçe Muduriyeta Emniyetê ya Erxeniyê dibîne cenaze bi rêya kargoyê hatiye şandin. Sala borî di 10'ê Nîsana 2020'î de bi heman awayî cenazeyê Egît Îpek ê HPG'yî yê di 23'yê Gulana 2017'an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî bi kargoya PTT'ê ji malbata wî re hatibû şandin. 
 
'Dijmin zarokên me perçe dikin lê em dengê xwe nakin'
 
Halîseyê da zanîn dema cenazeyê Egît bi kargoyê hat şandin ji hemû aliyê cîhanê bertek hat nîşandan û wiha got:"Me got ev ê ji wan re bibe ders û ew ê careke din wiha nekin lê belê dîsa wiha kirin. Nexwe kêfê ji vê yekê digirin. Wekî Egît hestiyên Mahsun jî ji dayika wî re şandin. Ji bo Egît cegera min perçe dibe. Ez bang li dewletê dikim. Bes e êdî! Me têxin dewsa xwe. Zarokên we jî hene. Ew ê dor bê we jî. Ez bang li kurdên li gel dewletê cihên xwe digirin, dikim îro em sibehê hûn in. Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin! Zarokên me perçe dikin. Ev têr nake bi kargoyê dişînin. Bila cenazeyên wan bidin malbatên wan. Ji hestiyên me jî ditirsin. Ez bang li malbatan dikim bila bi wan re biaxivin. Me di nava zehmetiyeke mezin de zarokên xwe mezin kir. Dijmin zarokên me parçe dike û ji me re dişîne lê em dengê xwe nakin."
 
'Mislimantî nabêje hestiyên zarokên malbatan bi kargoyê bi rê bikin'
 
Halîseyê diyar kir êdî ew nikare li nûçeyan temaşe bike, ew nikare li mirovên dimirin temaşe bikin û wiha bi dawî kir:"Dema ez di televizyonê de agirê bi daristanan ketiye temaşe dikim ez îdare nakim. Zarokên me, ajalan dişewitînin. Hevsengiya xwezayê xirab dikin. Em dema li televizyonê temaşe dikin derûniya me xirab dibe. Ger misliman bin bila pêwistiyên mislimantiyê bînin cih. Mislimantî nabêje daristan, mirov, ajal bişewitînin û hestiyên zarokên malbatan bi kargoyê ji malbatan bi rê bikin."