Jinên li Îzmîrê dijîn: Li hemberî êrişên nîjadî bêdeng nebin

  • 09:04 7 Tebax 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên ku li Îzmîrê dijîn bertek nîşanî êrîşên nîjadî dan û gotin: "Êrişên ku pêk tên ne tesadûfiye û divê em li dijî êrîşên nijadî bertekên xwe bînin ziman ku bila hejmara bûyerên bi vî rengî zêde nebin."
 
Di 30'ê tîrmehê de li Merama Konyayê 7 kurd di encama êrişa nîjadî de hatin qetilkirin. Di 2'yê tebaxê de jî li Enqerê êrişek pêk hat û di encamê de malbat koçber bû. Karkerên demsalî yên li navçeya Elmali ya Antalyayê jî bi êrişa nîjadî re rûbirû ma. Êrişên ku pêk tên ji hêla welatiyan ve hat şermezarkirin. Jinên ku li Îzmîrê dijîn nêrînê xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Karsaz Dîlek Avci diyar kir ku li her deverê cîhanê êrişên nîjadî pêk tê lê bi taybetî di rojên dawiyê de li Tirkiyeyê bêtir êrîş zêde bûn û got: "Ji van êrişan kesimek sûde digire. Xwedî derketina axê girîng e lê bi cudakariya ol, ziman, netewê nabe. Ji ber ku welatiyên li vir rast nayên agahdarkirin, li hemberî neteweyên din pêşdaraz nêz dibin û dijminatiyê dikin."
 
Habîbe Altintaş bi paqijkirina xaniyan debara xwe dike û wiha bal kişand ser êrişên nîjadî: "Tenê êrîş li hemberî netewan nayê kirin li hemberî her kesî pêk tê û ev tişt bi armanca provokasyonê pêk tên. Êrişên ku pêk tên ne tesadûfiye." 
 
Derûnînas Nurgul Aki, da zanîn ku li cihên netewperest bêtir êrişên nîjadî pêk tên û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi taybetî êrîşên ku di demên dawiyê de pêk tê bi destê medyayê tê xurtkirin. Piştî sûriyeyî niha jî afgan berê xwe dan Tirkiyeyê. Ev tişt di nava gel de bû sedema fikaran. Her wiha ji ber pandemiyê welatî niha pirsgirêkên aboriyê dijîn. Niha kesek nikare baş bifikire. Her kes bi hers nêz dibe. Welatî jî penaberan wekî berpirs dibîne. Deynê herkesî heye, kesek nikare dengê xwe bike. Rojnameger niha girtî ne. Îqtîdar tirsa xwe ji gel derdixe."
 
Xwendekara zanîngehê Sila Gunduz, wiha bal kişand ser êrişan: "Êdî kesek tehemûlê netewek din nake. Dixwazin herkes bişibîn hevdu. Lê belê ev wisa ne mumkûn e. Kesên ku wek wan nafikirin bi mirinê re rûbirû dimînin." 
 
Civaknas Ecem Havle, destnîşan kir ku dema mirov medyaya dijital û rojnameyan dinêre asta nîjadperestiyê dibîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Civakek wisa ye ku hêzê ji bûyerên şîdetê digire. Êrişên nîjadî yên li Tirkiyeyê pêk tên hêze ji îqtîdarê digire û hem jî di nava pêvajoyê de wek çandek pêşdikeve. Civaka bêpirs û bersiv gotina îqdîtarê dike. Ev kes êrişa li hemberî kurdan wekî maf dibine û ji ber ku dibêje ne ji netewa min e. Ev tişt ji dûrê aqilan e." 
 
Xwendekara lîseyê Rozerîn Tekin, daxuyand ku li Konyayê di encama êrişa nîjadî de malbateke kurd hat qetilkirin û got: "Cudakarî wek polîtîkayeke dewletê tê meşandin. Divê mirov bertek nîşanî wan polîtîkayan bide û bêdeng nemîne. Ji ber ku em bêdeng bimînin hejmara bûyerên bi vî rengî dê zêde bibin."