HDP çû serdana esnafên Colemêrgê

  • 16:21 6 Tebax 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û gelek kesên ji partiyê yên bi wan re ji aliyê gelê Colemêrgê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya "Em HDP'yî ne em li her derê ne" yên ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê tên lidarxistin de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û gelek kesên ji partiyê yên bi wan re hatin Colemêrgê. Şandeya hat Colemêrgê li balafirgehê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dowizên "Ji bo Azadiyê","Ji bo çareseriyê","Em Piştevaniyê Mezin Dikin","Em HDP'yî ne em li her derê ne" hatin hilgirtin û pankarta xemrî ya bi nivîsa "Ji bo azadiya jinê em HDP'yî ne Em li her derê ne" hat hilgirtin. Konvoya ji gelek wesayetê pêk dihat ber bi Colemêrgê ve derket ser rê. 
 
Şande bi dirûşma "HDP gel e gel li vir e" hat pêşwazîkirin. Piştî heyet derbasî avahiya HDP'ê bû şûnde çû serdana esnafan. Di dema serdanê de dirûşmên "HDP gel e gel li vir e","Bijî berxwedana zindanan","HDP dimeşe erd û ezman diheje" hatin berzkirin. Polîsan di wê demê mudaxale kir. Loma nîqaş di navbera Pervînê û polîsan de derket. 
 
Pervînê bertek nîşanî polîsan da û wiha got:"Ez ê li vir rûnêm û heta kes neyê ez ranabim. Em ê dirûşmên xwe berz bikin. Tu mafê we tune ye hûn asteng bikin. Şerm e." Piştre girseyê bi dirûşme, çepikan serdana esnafan kir. 
 
Şande piştre ji bo bernameya Geverê derket ser rê.