Îro jî agahî ji 3 jinên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin nehat girtin

  • 13:19 6 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.
 
Rêveberiya RJAK’ê diyar kirin ku hîn jî 3 jin serbest ne hatine berdan û tu agahî ji wan nayê girtin. Rêveberiya RJAK’ê diyar kir asayîşa Hewlêrê heya niha ne ew ne jî malbatan derbarê rewşa wan de agahdar nekirine û dazanîn malbat gelekî nîgeranin. Ji wan her du jinên hatine girtine dayikin û zarokên wan jî ji ber rewşa dayikên xwe nîgeranin.