3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin

  • 12:27 6 Tebax 2021
  • Rojane
WAN - Li Wanê, ji 10 kesên ku ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê hatibûn binçavkirin, 7 jê hatin berdan û 3 jî hatin girtin. 
 
Li Wanê, 10 kesên ku di 31'ê tîrmehê de ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê ya 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatibûn qetilkirin şermezar kirin hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan derxistin edliyeyê.  
 
Dozger, ji 10 kesên ku endama Meclîsa HDP’ê Hazal Karabey û Şêwîrmendê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Sînan Ok jî di nav de, 4 bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî û 6 jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê kirin. 
 
Dadgehê Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tûncer, Çetîn Temel, Rojîn Varhan û Sînan Ok bi şertê kontrola edlî berdan û Rojhat Dûman, Nûrûllah Pekbay û Dilovan Dûrû jî bi îdîaya “Ji bo peywîrê nedin kirin li berxwe dan” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Meşa Xwepêşandan û Civînê” girtin.