Li Antalyayê nêçîra kurdan: Em ji malên xwe nikarin derkevin

  • 09:04 6 Tebax 2021
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
ANTALYA - Li gel êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan ku li Antalyayê berdewam dikin, hat diyarkirin ku bi hinceta şewata daristanan komeke nijadperest "derketine neçîra kurdan" û kurdên li heman bajarî dimînin bi rojan e nikarin ji malên xwe derkevin.
 
Zimanê îqtîdarê yê cudakar û netewperest ku kurdan dike heder li welêt kaos pêk anî. Bi taybet jî êrîşên nijadperset ku li hemberî kurdên kedkarên demsalî tên kirin li gelek bajarên Tirkiyeyê pêk tên. Li bajarên wekî Enqere, Afyon û Konyayê bi dehan kurd ji aliyê "cîran", an jî "karmendên xwe" yên nijadperest ve êrîşî wan hat kirin. Di encama van êrîşan de li Konyayê malbateke ji 7 kesan pêk dihat hat qetilkirin. Li gel van hemû êrîşên nijadperest ku hatin kirin îqîdar bêyî ku daxuyaniyekê jî bide bêdengiya xwe didomîne. Peyamên "şermezarkirinê" ku di nav axftinê de hatin kirin jî negîhan armanca xwe.
 
Herî dawî jî ji şewata daristanên li metrepolên Tirkiyeyê ku ji Antalyayê ve dest pê kir û li gelek bajaran belav bû ku sedema wê nayê zanîn jî kurd berpirsiyar tên girtin. Li ser medya dijîtal di parvekirinên ku ji aliyê kesên nenas ve derbarê şewatê de tên kirin jî parvekirinên provokatîf ku kurdan wekî sedema vê şewatê didin nîşandan tên kirin û bi vê re kurd hedef tên nîşandan. Di encama van parvekirinan de li Antalyayê li herêmên ku şewat derket kurdên ku li wan deran dijîn hedef hatin nîşandan û êrîşî malên wan hat kirin. Herwiha wesayitên bi plakayên bajarên kurdan jî hatin sekinandin û kesên di van wesayitan de nasnameyên wan hatin kontrolkirin.  Herçend ku şaredarê Manavgatê daxuyanî da û got ku ev provokasyone jî bi berdewamiya vê helwestê re diyar dibe ku şewata daristanan ji bo ku êrîşî kurdan bikin hincet tê nîşandan.  
 
Ji roja ku şewat li daristanên bajarên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin kedkarên kurd ên li sektora turîzmê dixebitin, nikarin ji malên xwe derkevin û nikarin bi tena serê xwe li nava bajêr bigerin. "Kesên nenas" ku li nava bajêr digerin û nasnameyan kontrol dikin, bi ço û alavên jêkirinên ên di dest xwe de li bendê ne ku kurdek li wan rast bê.  
 
'Şewata daristanan dikin hincet'
 
Jineke kedkar a ku li bajêr dixebite û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku bi rojan e bi tirs dijîn û nikarin ji malên xwe derkevin û nikarin bi wesayitên xwe yên taybet jî li nava bajêr bigerin. Herwiha heman kesê diyar kir ku ew dema diçin dan û stendinê jî dikana herî nêz tercîh dikin. Jina ku xwest ji vê mijarê re çareseriyek bê dîtin di berdewamiyê de wiha got, "Em bi salan e li vêderê di sektora turîzmê de dixebitin. Tişta ku em niha dijîn me di tu serdemê de nejiya. Rêya me digirin û nasnameyên me kontrol dikin. Ger ku kurdek derkeve tehdît dikin .Şewata daristanan ji bo xwe dikin hincet. Komeke nijadperest vê ji bo xwe dikin hincet ku provokasyonan pêk bînin."
 
'Em ne di ewlehiyê de ne'
 
Heman jinê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tenê ne kurd êrîşî penaberan jî dikin. Komên çekdar di tariya şevê de kolanan digirin û kesên derbas dibin radiwestînin. Ji bo hemû bûyerên diqewimin leşer û polîs tên lê bêyî ku tu tiştî bikin paşve diçin.  Tenê li Manavgatê piştî daxuyaniya şaredar ji navenda bajêr hin kom veqetiyan. Niha hemû kurdên livêderê dijîn ne diewlehiyê de ne.  Em nikarin ji malên xwe derkevin. Ne walîtî û ne jî muduriyeta polîsan heta niha tu daxuyaniyek nedaye."
 
'Di destên wan de çek û ço hene'
 
Disa welatiyek ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda, di qeyda deng ku ji ajansa me re şand de tişta jiya vegot, "Tên malên me û dibêjin ji vir biçin. Hin hevlên xwendekar ku ez bi wan re di têkiliyê de me hene ew jî bi heman rengî tên tehdît kirin. Dibêjin em kurdan naxwazin. Dibêjin we evder şewitandiye.  Ji bo vemirandina agir em jî li wê bûn lê piştî bi demekê hin kesên nenas hatin wêderê. Ji kesên li wêderê pirsîn gotin hûn kî ne ji ku hatine. Kesên ku navê bajarên herêmê got heqaret li wan hat kirin. Em jî ji bo ku bûyer mezin nebe ji wê veqetiyan. Piştî ku şewat belav bû em ji xanî jî derketin. Em roja din qet neçûn cihê şewat lêderket ji ber ku rê hemû hatibûn girtin."
 
'Em ji malên xwe dernayên'
 
Di berdewamiya qeyda ku ji me re hat de ev tişt dihat gotin, "Em li vir di zorê de ne. Em nikarin ku biçin agir vemirînin. Lê dibêjin kurdên li vir dijîn çima nayên alîkariya vemirandinê. Li ser medya civakî bi vî rengî me dikin hedef.  Lê tukes nizane ku kurd nikarin derkevin derve jî. Tu kes dernakeve û nabêje ku dawî li van êrîşan bînin. "