Li gor rapora otopsiyê ya malbata Dedeogullari 21 gule hatine reşandin

  • 17:01 5 Tebax 2021
  • Rojane
KONYA - Li gorî raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meramê hatin qetilkirin, 21 gule li 7 kesan hatine reşandin û 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin.
 
Di 30'yê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê, êrişkar Mehmet Altûn bi ser mala malbata Dedeogûllari de girt û 4 jê jin 7 ferdên malbatê bi awayekî hovane qetil kir. Êrişkar Mehmet piştî windakirina xwe ya 6 rojan duh hat binçavkirin û bi vê re hûrguliyên êrişê jî zelal dibin. 
 
Tîmên 112 û agirkujiyê beriyê polisan hatine cihê bûyerê
 
Di girtekên lêkolînên cihê bûyerê de hatiye diyarkirin ku êrişkar Mehmet ferdên malbatê li hewşa malê ku wan bi zora çekê lê kom kiribû kuştiye û tîmên 112 û agirkujiyê beriyê polisan hatine cihê bûyerê. Hatiye diyarkirin ku piştî vemirandina agir dora malê hatiye dorpêçkirine. Dîsa hatiye destnîşankirin ku li malê şopên dûmanê hene û hundurê malê bi ava ku agir pê hatiye vemirandin tije bûye û beşeke odeyên malê şewitîne. Her wiha di girtekan de cihên ku ferdên malbatê lê hatine kuştin û cenazeyên wan hatine dîtin jî yek bi yek hatiye diyarkirin. 
 
21 gule li ferdên malbatê hatine reşandin
 
Di raporên otopsiyê de jî hatiye destnîşankirin ku bi giştî 21 gule li ferdên malbatê yên hatine qetilkirin hatine reşandin û sedemên mirina wan jî weke çûna xwînê ya ser mejî, xesardîtina mejî, derbûna xwîna ya hundir hatiye diyarkirin. Di raporan de hatiye diyarkirin ku 6 kesan ji serê xwe ve hedef hatine girtin û Yaşar Dedeogûllari ji qirika xwe guleyeke kujdar xwariye. 
 
Di encamên raporên otopsiyê yên 7 kesan de ev agahî hatine dayîn:
 
Yaşar Dedeogûllari: 5 gule di laşê wî de hatine dîtin, 3 gule biwesfa kujer bûne, 2 gule ne bi wesfa kujdar bûne, ji ber ku li herêma bikinc ketine mesafeya berdana guleyan nehatiye tespîtkirin û ji ber birîndariya ezayên hundirîn û derbûna xwîna hundirîn jiyana xwe ji dest daye.
 
Serpîl Dedeogûllari: 2 birînên ketina guleyan hatine dîtin, cuda cuda bandora kujdar a birîndariyan çêbûye, guleya ku destpêkê hatiye dîtin ji dûr ve lê ketiye, gule din jî ji ber ku li herêma bikinc ketine mesafeya berdana guleyan nehatiye tespîtkirin, girêdayî birîndariya serî ya guleyê ji ber birîndariya ezayên hundirîn, xesara mêjî, derbûna xwîna ya hundirîn û çûyîna xwînê ya ser mêjî jiyana xwe dest daye. 
 
Metîn Dedeogûllari: Ji birîndariyên guleyan yek jê kujdar bûye yek jê jî na. Guleya ku li herêma por a serî ketiye ji dûr ve hatiye berdan, mesafeya guleya ku ji aliyê rastê ve li singê ketiye nehatiye tespîtkirin, girêdayî birîndariya serî ji ber birîndariya ezayên hundirîn jiyana xwe dest daye.
 
Serap Dedeogûllari: Guleyeke kujdar di laşê wî de hatiye dîtin, gule ji dûr ve hatiye berdan, ji ber xesara mejî û çûyîna xwînê ya ser mejî jiyana xwe dest daye. 
 
Bariş Dedeogûllari: 4 gule di laşê wî de hatine dîtin, 2 gule ji dûr ve hatine berdan, ji ber birîndariya ezayên hundirîn, xesara mêjî, derbûna xwîna ya hundirîn û çûyîna xwînê ya ser mêjî jiyana xwe dest daye. 
 
Îpek Dedeogûllari: 3 gule di laşê wê de hatine tespîtkirin, yek gule biwesfa kujdar bûye, her guleyên din ne biwesfa kujdar bûne, ji ber xesara mêjî û çûyîna xwînê ya ser mêjî jiyana xwe dest daye. 
 
Sîbel Dedeogûllari: Ketinên 4 guleyan di laşê wê de hatine dîtin, 3 kujdar biwesfa kujdar bûne, guleyek ne biwesfa kujdar bûye, ji ber birîndariya demara mezin û ezayên hundirîn, xesara mêjî, derbûna xwîna ya hundirîn û çûyîna xwînê ya ser mêjî jiyana xwe dest daye.