Çalakiya malbata Şenyaşar 150 roj in didome

  • 16:54 5 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar ku 150 roj in li ber avahiya Edliyeya Rihayê doza "edaletê" dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tevlî çalakiyê bibe. 
 
Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku di roja 150'yemîn de dewam dike 5 meh li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar a duh ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû tevlî nobetê bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar û parêzerê malbatê Gokhan Dayik di saetên serê sibê hatin li pêş avahiya Edliyeya Rihayê û bi dowizên “Ji bo herkesê edalet” , “Dayikek 150 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire. Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlementer di nava komkujiyê de heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya nobetê kirin. 
 
Nobeta edaleyê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê ji 9'ê Adarê ve de didome. Malbata Şenşayar, heya niha bi gelek tahdeyê re rû bi rû maye di dema nobetê de. Lê li gel hemû zextan û tahdeyan jî dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernade. Heya niha Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bêyî hincet 6 caran hatine binçavkirin.