Bi kargoyê cenaze ji malbatê re hat şandin

  • 16:46 5 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Cenazeyê Mahsun Aslan ê bi bombebarana TSK'ê ya li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê ve bi kargoyê ji Muduriyeta Emniyetê ya Erxeniyê hat şandin. 
 
Di 2018'an de li Çiyayê Sor ê Dêrsimê bi bomberana TSK'ê Mahsûn Aslan ê HPG'yî jiyana xwe ji dest dabû. Encama testa DNA'yê ya malbata Mahsûn 3 sal berê dabû meheke berê eşkere bû. Piştî encam diyar bû malbatê ji bo girtina cenaze serî li dozgeriyê da. Lê belê rayedaran diyar kirin ku ew ê bi xwe cenaze bişînin. 
 
Di 2'yê Tebaxê de Muduriyeta Emniyetê ya Erxaniyê li malbatê geriya û xwest malbat biçe cenaze bigire. Malbata çû Muduriyeta Emniyetê ya Erxaniyê hîn bû cenaze bi kargoyê hatiye şandin. 
 
Her wiha li emniyetê tevî zarokan ji hemû ferdên malbatê şopa tiliyê hat girtin. 
 
Emniyetê malbat hişyar kir ku definkirina cenaze neyê bihîstin. 
 
Malbatê di 2'yê Tebaxê de li gundê Erxeniyê cenaze veşart.