'Em destûrê nadin nijadperestiyê'

  • 14:59 5 Tebax 2021
  • Rojane
EDENE- Di daxuyaniya ku derbarê nijadperestiyê de hat dayîn, hat diyarkirin ku ew ê destûrê nedin nijadperestiyê û ew ê planê kaosê yê AKP -MHP'ê wekî her carê vala derxînin.
 
Li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovaya Eedenê êrîşên nijadperest ku di demên dawîn de tên kirin hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ku Hevseroka Meclisa Bajarê Edenê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Selda Kaya, Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Edeneyê  Gulseren Tural û Mehmet Karakiş û gelek welatî tevli bûn de pankarta bi nivîsa "Em destûrê nadin nijadperestiyê" hat vekirin.
 
'Qirkirin ji ber zimanê îqtîdarê pêk hat'
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Çukurovayê Saniyê Seçkîn a ku daxuyanî xwend diyar kir ku li Konyayê li taxa Dedeogluyê 7 kes hatin qetilkirin û got ku ev qetlîam ji ber zimanê nefretê yê îqtîdarê pêk hatiye. Saniye anî ziman ku ev ziman li Tirkiyeyê jiyana hevpar parçe dike. Saniye bi bîr xist ku bi şewata daristanan re jî ku berdewam dike bi gotinên nijadperest re jî kurd û HDP tên hedefgirtin û wiha berdewam kir, "Ev welat û daristan  ên me hemûyan e.  Tenê dar naşewitin hemû xeza bi zidewarên lê tê tunekirin û pêşeroja me tê tunekirin. Li dijî zimanê nefretê yê îqtîdarê pêdivî bi bihevrebûna gelan heye. Werin em bi hev re li dijî vî zimanê nefretê derkevin."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Wê kujer hesap bidin gel" bi dawî bû.