Ayşe Acar Başaran: Jin berdêla polîtikayên dijminatiyê bi canê xwe didin

  • 14:50 5 Tebax 2021
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn jin berdêla polîtikayên dijminatiya jinê bi canê xwe didin û wiha got:"Em naxwazin di rûpelên sêyem ên nûçeyan de jinên 'hatine tecawizkirin, hatine qetilkirin û jinên bi rêbazên hovane hatine qetilkirin û termê wan li qadên darastinan tê dîtin' bibînin. "
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
'Em têkoşîna jinên êzidî silav dikin'
 
Ayşeyê da zanîn pêvajoyeke têr û tije derbas dibe û di serî de bal kişand ser Komkujiya Şengalê ya 3'yê Tebaxê û wiha got:"Ji ser Komkujiya Şengalê 7 sal derbas bûn û ji 3 hezar Êzidiyan hîn agahî nehatiye girtin. Di vê pêvajoya dijwar de di serî de jinên êzidî hemû êzidî li ser piyan sekinîn. Bi bawerî û çanda xwe jiyaneke nû ava kirin. Em têkoşîna jinên êzidî silav dikin. Qirkirina li ser êzidiyan a li Belçîka û Hollandayê hat qebûlkirin divê li hemû welatan bê qebûlkirin."
 
'Bi siyaseta hedefgirtina îktidarê Dedeogullari hat qetilkirin'
 
Ayşeyê da zanîn demek dirêj e îktidar li Tirkiyeyê polîtîkayên nefretê dide meşandin û bi siyaseta hedefgirtina îktidarê Dedeogullari li Navçeya Meramê ya Konyayê hat qetilkirin. Ayşeyê diyar kir piştî êrişê mala malbata Dedeogullari hatiye şewitandin û wiha domand:"Dewleta kesên gotin "Em ulkucu ne em ê we li vir nedin jiyîn" parast malbata Dedeogullari neparast. Dewletê nexwest malbata Dedeoglullari biparêze."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Wekî bûyera qetilkirina Deniz Poyraz êrişa nîjadperest a li Elmadaga Antalyayê jî wekî bûyerên munferit hat nîşandan. Lê em dizanin ev êrişên nîjadperest in. Polîtikayê nefretê dibe sedema êrişên nîjadperest. Em vê yekê ji komkujiyên Sêwas, Madimak, Şengalê dizanin. Îktidar ceza nade bersûcan."
 
Îktidar dixwaze sûcê xwe binpaç bike
 
Ji şewitandina daristanan HDP û kurdan wekî berpirs dibînin. Ev yek nîşan dide ku kurd çawa bi êrişên nîjadperest rû bi rû tên hiştin. Îktidar îtiraf dike nikare serî bi qeyrana ekolojîk a cîhanê derxe. Lê belê îktidar qebûl nake ku bi salan e her tiştê vî welatî ji rant û îktidara xwe re radizîne. Dewlet kêrnehatina xwe ya ji bo vemirandina daristanan qebûl nake û wekî berpirsê vê yekê jî kurd û HDP'ê nîşan dide. Bi vê yekê bingeha êrişên nîjadperest ava dike. Îktidar dixwaze sûcê xwe binpaç bike."
 
252 roj in greva birçîbûnê didome 
 
Di encama polîtîkayên şer de li hemberî Birêz Ocalan li Îmraliyê tecrîdete mezin tê meşandin. Li dijî tecrîdê li girtîgehan 252 roj in çalakiya greva birçîbûne tê meşandin. Gava ku tecrîd hat girankirin vê demê qeyrana aborî, siyasî û civakî dest pê kir. Israra domandina tecrîdê tê wateya asta mezinkirina şîdetê. 
 
Ji bo girtina kujeran gelo çiqas delîl hewce dike?
 
Cenazeya Azra Gulendam Haytaoglu li daristanê hat dîtin. Kujer jî Mustafa Murat Ayhan e. Azra bi tecawizê re rûbirû ma û piştre bi hovane hat qetilkirin. Di heman rojê de li Mereşê jî cenazeya Emîne Gokkiz li daristanê hat dîtin. Çend roj in jî tu agahî Sila Yilmaz a ku 18 salî li navçeya Kepeza Antalyayê dijî agahî nayê girtin. Her wiha îro me bihist ku Umûtcan Ûygûn e ku ji mirina Aleyna Çakir bi guman e li mala wî cenazeya Esra Hankulu hat dîtin. Ji bo girtina wî gelo çiqas delîl hewce ye? Dozger û dadger derbarê vê mijarê de çi difikirin? Ji bo girtina wî kesî divê çend jinên din bên qetilkirin? Ev kes ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kujertiya xwe didomîne. Divê Umîtcan Ûygûn bê girtin û dozger û dargerên ku wî kesî serbest berdane jî divê derbarê wan de lêpirsîn bên vekirin. 
 
Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê em ê heza xwe bikin yek
 
Wekî Pinar Gultekîn, Ozgecan Aslan, Fatma Altinmaka, Şule Çet... Jiber ku jinbûn hatin qetilkirin. Daraza îqtîdarê ya mêr jî pesnê kujeran dike û di cezayên kujeran kêm dike. Îqtîdar bi daraz û medyaya xwe polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê didomîne. Berdêla polîtikayên dijminatiya jinê bi canê xwe didin. Em naxwazin di rûpelên sêyem ên nûçeyan de jinên 'hatine tecawizkirin, hatine qetilkirin û jinên bi rêbazên hovane hatine qetilkirin û termê wan li qadên darastinan tê dîtin' bibînin. Em êdî li hemberî tifaqa mêr piştevaniya xwe mezin dikin û em ê li dijî polîtîkayên cudakarî, mirin û nefretê dengê xwe bilin bikin û bêjin bes e. Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê em ê hêza xwe bikin yek. 
 
Di 30 û 31'ê tîrmehê de li Beyrûtê 2'yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi navê "Bi yekitiya jinê em ê şoreşa Demokratîk pêk bînin" li dar xist. Me li  vir dît ku hemû pirsgirêkên me yek in. Heke pirsgirêkên me yekbin divê têkoşîna me jî yek be. Li Beyrûdê biryara avakirina 'Tifaqa Jinên Demokratîk' hat dayîn. 
 
Gel dê xwedî HDP'ê derkeve 
 
Îdiayeke HDP'ê ya ji bo jiyaneke nû heye û gotinekî me jî heye. Êrişên li hemberî HDP’ê û tehdîtên girtinê yên HDP'ê ne tenê ji bo me ye ji bo welatiyên li vî welatê ye. Divê gel li dijî hedef nîşandanê li cem HDP'ê cih bigirin. 
 
Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê bi navê 'Ji bo jinan edalet' kampanyayek dabû destpêkirin û di merheleya duyem de bernameya li dijî xizaniya jinê xebat hatin kirin. Em her roj li qadan bûn. Partiya me jî bi dirûşma 'Em HDP'eyîne û li her derê ne' li gelek deveran hevdîtinan pêk tîne. Di hevdîtinan de gel xwedî li partiya xwe derdikeve. 
 
Dem dema jinê ye...
 
Jin dê destûrê nedin ku HDP'ê bê girtin. Li dijî qetilkirina jinê divê xwedî li HDP'ê bê derketin. Xwedîderketina li HDP’ê tê wateya xwedîderketina li jiyana azad û wekhev. Wekî Sebahat Tuncel gotî em dev jî xwedîderketina HDP'ê bernadin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê em ê têbikoşin. Li dijî mirinan em ê her tim parastina jiyanê bikin. Em ê li dijî bindestiyê her tim azadiyê biparêzin. Divê bê zanîn ku dem dema jinê ye. Dem dema azadiya jinê ye."