HDP'ê li Mêrdînê serdana gel kir

  • 14:54 5 Tebax 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi tevlîbûna parlamenter Ebrû Gunay re HDP'ê li Mêrdînê serdana gel kir.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna parlamenter Ebrû Gunay li Mêrdînê û navçeyên wê serdana welatiyan kir. Duh li navçeyên Stewr û Mîdyadê, îro jî li navçeya Şemrexê serdana welatiyan hat kirin. Di heman demê de serdana taziyan hat kirin.
 
Di serdanê de welatiyan pirsgirêkên xwe û pêvajo nirxandin. Ebrû Gunay jî got ev serdan ji bo wan û ji bo welatiyan wê bibe moralek.