Li 2 navçeyên Sêrtê agir bi daristanan ket

  • 13:43 5 Tebax 2021
  • Rojane
SÊRT / ŞIRNEX - Şewata ku duh li daristanên pêşa Çiyayê Cûdî derketibû îro bixwe vemirî. Her wiha agir bi daristanên Berwarî û Tilloya Sêrtê ket. 
 
Li daristanên Ciyayên Cûdî şewata ku derket bi xwe vemirî û her wiha li navçeyên Berwarî û Tîllo yên Sêrtê jî agir bi daristanan ket. 
 
Duh li bejahiya gundê Gundikê Remo yê Şirnexê, agir bi daristanên pêşa Çiyayê Cûdî ketibû û destûr nehatibûn dayîn agir bê vemirandin. Îro bêyî ku mudaxale lê bê kirin agir bixwe vemirî. 
 
Her wiha li gundê Nepilê ya navçeya Berwarî û gundê Şûz ê Tîlloya Sêrtê jî agir bi daristanan ket. Welatiyên Şûzê xwestin agir vemirînin ji hêla leşkeran ve bi hinceta "herêma ewlehiyeyê" hatin astengkirin. Li Nepilê jî tîma girêdayî Midûryeta Karê Daristanan a Sertê ve mudaxaleyê şewatê dikin. Derbarê derketina şewatê de agahî nehatin bi destxistin.