‘Cek danîn serê kurê min û bi kuştinê tehdît kirin'

  • 11:45 5 Tebax 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînek çêbûbû û piştî teqînê ji gundê Yekmala Jorî Abbas Kirmizitaş hat binçavkirin. Dayika wî Nebahat diyar kir îşkence li Abbas kirin û got: "Li ber çavê min îşkence li kurê min kirin. Çek danîn serê wî û wî tazî kirin. Îşkence heta nîvro dom kir."
 
Di 27'ê Tîrmehê de li gundê Yekmala Jorî ya navçeya Gever a Colemêrgê, dema wesayîta eskerî diçû teqînek pêk hatibû. Piştî teqînê gelek kes hatibûn binçav kirin. Di 31'ê tîrmehê de leşkeran bi ser gundê Muşanê de girtin û Abbas Kirmizitaş bi lêdanê binçav kirin. Malbata Abbas Kirmizitaş serpêhatiyên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Zehra Kirmizitaş wiha behsa binçavkirina hevjînê xwe Abbas Kirmizitaş kir: "Leşker bi ser gund de girt, lê me sedem nedizani. Dema ketin nav gund navê hevjînê min anons kirin. Hevjînê min Abbas çû cem leşkeran. Nêzî 40 leşker li dora Abbas kom bûn û 3 çek dan serê wî. Pişt re li malê lêgerînek kirin. Min xwest ez biçim cem Abbas lê cek danîn serê min jî. Kurê min biçûk û razayî bû û min wan hişkar kir ku ji bo pêl wî nekin. Lê qet guh nedan min."
 
Zehra, diyar kir ku hevjînê min bi îşkenceyê binçavkirin û got: "Abbas gelek lêdan xwarîbû û nedikarî ser piyê xwe bisekîne. Abbas û kesekî din ên ku hatî binçavkirin tazî kirin û birin cihê operasyonê. Leşker di nav xwe de digotin ‘Tiştek bû bila bê serê wan'."
 
Dayika Abbas Nebahat Kirmizitaş jî wiha behsa binçavkirina kurê xwe kir: "Şev saet 03.00'an de leşker dora gund dorpêk kir. Di saet 06.00’an de navê kurê min anans kirin. Kurê min çû cem leşkeran. Ji 40'î jortir li dora kurê min kom bûn. Cek danin serê wî. Min qîr wan dikir lê bê wate bû. Kurê min dirêjî erdê kirin û 3 çek dan serê wî û gotin 'Em ê te bikujin, an tuyî li vir biçî, yan jî em ê te ji bir bişînin'. Li ber çavê min îşkence li kurê min kirin. Kurê min tazî kirin û lêxistin. Heta roj nîvro îşkence lê kirin. Bi tazî wî birin cihê operasyonê. Zarokên me dabûn pêşiya xwe û çûn."