Dilşat Canbaz: Em bi hêz in em ê bi hêztir bibin!

  • 09:04 5 Tebax 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Dilşat Canbaz a HDP'yî êrişên nîjadperest, komkujiyên li dijî kurdan, hevdîtina Esenyurtê ya bi gel re, peyama bi hezaran kesî dan û rewşa heyî nirxand. Dilşatê da zanîn tevî gotinên nefretê, zimanê îktidarê û polîtîkayên tunekirina gelê kurd ew ê têkoşîna xwe bidin û peyama "Em hîn bi hêz in û em ê bi hêztir bibin" da. 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne û Em li her Derê ne" Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Esenyurtê hevdîtina gel pêk anî. Di hevdîtina bi hezaran kes beşdar bû de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi dirûşma "HDP Gel e Gel li Vir e" û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Her wiha bi hezaran kesên li wir peyama "Tevî êrişên nîjadperest, komkujiyên li dijî kurdan a bi pêşengiya îktidarê pên tên HDP ne tenê ye" dan. 
 
Her wiha êrîşên nîjadperest ên di çend mehên dawiyê de zêde bûne dibin sedema komkujiyan. Berê Denîz Poyraz li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin û piştre êrîşên nîjadperest li dû hevdu dewam kirin. Di 21'ê Tîrmehê de bi êrişa nîjadperest Hakîm Dal hat qetilkirin. Bersûcên êrişê bi parastinê "hatin xelatkirin" û bi vê yekê jî li Hasankoyê ya Navçeya Meramê ya Konyayê bi êrîşa nîjadperest ji malbata Dedeogullari 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin. 
 
Dilşat Canbaz a HDP'yî êrişên nîjadperest, komkujiyên li dijî kurdan, hevdîtina Esenyurtê ya bi gel re, peyama bi hezaran kesî dan û rewşa heyî nirxand. Dilşatê da zanîn tevî gotinên nefretê, zimanê îktidarê û polîtîkayên tunekirina gelê kurd ew ê têkoşîna xwe bidin û peyama "Em hîn bi hêz in û em ê bi hêztir bibin" da. 
 
'Rêhevala me Denizê bi destên polîsan hat qetilkirin'
 
Dilşatê da zanîn mîtinga li Esenyurtê di esasê xwe de hevdîtina bi gel re bû û wiha domand:"Em li dijî komkujiyên nîjadperest, zimanê nefretê yê îktidarê hatin gel hevdu. Deniz Poyraz li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di kontrola polîsan de hat qetilkirin. Yekî meheke berê li avahiya partiya li Tirkiyeyê partiya sêyem e bi hêsanî çû hevaleke me ya jin qetil kir. Rêhevala me Denizê bi destên polîsan hat qetilkirin. Em dizanin ên kujeran sor dikin kî ne. Çimkî zimanê nefretê gel li hevdu sor dike. Ev zimana zimanê cudakariyê ye û herî dawî bû sedema qetilkirina 7 kesên li Konyayê."
 
'Êdî bes e'
 
Dilşatê bi lêv kir pêdivî herî zêde di vê pêvajoyê de ji piştevaniyê û xwedîderketinê heye û wiha pê de çû:"Ji bo em li hember komkujiyên li dijî jinan derkevin, li dijî zagonên têkildarî îstismara zarokan derkevin em li vir in. Her wiha daristan dişewitin lê belê îktidar zimanê mexdûriyetê bi kar tîne. Ji bo em ji vanan hemûyan re bêjin êdî bes e em bi gel re hatin ba hevdu"
 
'Em ê bi gel re li hinda hevdu bin'
 
Dilşatê bi lêv kir li Qada Esenyurtê gel peyama HDP nikare bê girtin, komkujî nikare kurdan ji têkoşîna wan dûr bixe daye û wiha got:"Wekî seroka me Pervînê li Eseryurtê got em bi hezaran li vir in û em ê bi hêza em ji bi dehhezaran digirin em ê bi gel re li hinda hevdu bin. Me gelek xebatên baş kirin û me ew xebat li vir jî dît."
 
'Polîtîkaya dewletê ya tunekirinê li dijî kurdan heye'
 
Dilşatê da zanîn wan di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne û Em li her Derê ne" starta Marmarayê ya hevdîtinan li Stenbolê dane û wiha got:"Em ê li Çewlig, Aydin, Bûrsa, Amedê û li gelek cihên dinê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê bi gel re li ba hevdu bin. Dema Denîz Poyraz hat qetilkirin gotin "Bûyereke munferît"dema di 21'ê Tîrmehê de li Konyayê êrişa nîjadperest li dijî malbata kurd hat kirin gotin "Ev husumetên takekesî ne" her wiha dema di 30'yê Tîrmehê de li Konyayê 7 kes hatin qetilkirin jî gotin "Husumeta di navbera du malbatan de" lê belê ev gotinana ne rast in. Ev tam jî polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Gelek komkujiyên wekî Dêrsim, Zîlan, Koçgirî hene û ev jî bi zimanê wan ê nefretê pêk hatine. Ji dîrokê heta niha polîtîkaya tunekirinê ya dewletê li dijî kurdan heye."
 
'Em hîn bi hêz in û em ê bi hêztir bibin'
 
Dilşatê da zanîn ji her demê bêtir vê demê pêdivî bi hatina gel hevdu û ji piştevaniyê heye û wiha got:"Em dizanin kujer û yên kujeran sor dikin kî ne. Yên li ser îktidarê jixwe vana dikin. Li dijî konsepta wan a şer em li vir in. Tevî gotinên nefretê, zimanê îktidarê û polîtîkayên tunekirina gelê kurd em ê têkoşîna xwe bidin. Em hîn bi hêz in û em ê bi hêztir bibin."